Jinwar; warê jinên cîhanê ye

Jinwar, warê jinên cîhanê ye. Jinên ji Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê, Ewropayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan dest dane hev, jiyaneke bêsînor û ekolojîk, têr zanist û xweser jiyan dikin. Di nava salekê de projeyên cur bi cur bi pê şxistin û gelek proje ji bo sala bê danine. 

Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
Jinwar; warê jinên cîhanê ye
6 adar, 2020   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN - BÊRÎTAN MEDUSA – EVÎN HESEN

Jinwar anku warê jinan. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê nasîn. Jinwar jî di bingeha şoreşê de hat avakirin. Avakirina Jinwar ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin. Jinwar li ser bingeha hevjiyana azad, ekonomiya ekolojik, civakeke tunduristî, hevrêtiya jinê û bihevrejiyanê hatiye avakirin.

Sembola Jinwarê giyayê Hermel e. Giyayê Hermel, sembola bereketê ye. Di civaka Kurdî de tê bawerkirin ku ev giya enerjiya xirab û nexweşiyan dûr dixe. Xebatên ji bo avakirina Gundê Jinwarê di 10’ê Adara 2017’an de dest pê kirin, di 25’ê Mijdara 2018’an de deriyê Jinwarê hat vekirin.

Jinwar, li rojavayê navçeya Dirbêsiyê yê kantona Hesekê hatiye avakirin. Herêma ku Jinwar lê hatî avakirin ji bo çandiniyê destdayî ye.

Jinwar, warê bihevrejiyanê, warê keda jinê ye. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin û jiyana hevpar damezirînin di 6’ê Kanûna 2018’an de Meclisa Jinwar ava kirin. Jinwar ket sala xwe ya sêyemîn. Her ku sal diçin, jin projeyên nû datînin û gund pêş dixin.

Li Jinwar 30 xaniyên bi heriyê hatine çêkirin.

Di Jinwar de Akademiya Jinwar, Dibistana Dayika Ûweyş, Firna Aşnan, Firoşgeha Jinwar, Şifa Jin, xana lawiran hene.

Jinwar ne tenê warê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jinên Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, jinên enternasyonalîst û jinên Ereb û Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Jinwar de dijîn.

JINWAR WARÊ HEMÛ JINÊN CÎHANÊ YE

Jina bi navê Şîrîn Celal Mihemed ku ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye, hatiye Jinwar. Şîrîn dibêje pergala Başûr mêrdestî ye. 5 zarokên Şîrînê hene lê hevjînê wê bi zagonên Başûr zarokên wê jê standine. Şîrîn jî li ser televziyonê warê Jinê dîtiye û hatiye li Jinwar bi cih bûye.

Weke wê jina bi navê Zeyneb a ji Bakurê Kurdistanê jî, ji dest zilma mêrdestiyê berê xwe daye Jinwarê. Jinên enternasyonalîst ên di pergala kapîtalîst de difetisin û Şoreşa Rojava ji xwe re kirine mînak jî berê xwe dane Jinwarê.

Her ku sal diçin Jinwar dibe warê tavahî jinên cîhanê. Jina enternasyonalîst Têkoşîn Nûjiyan dibêje; “Her çendî zimanên me ji hev cuda bin jî, êşên me yek in, çîrokên me nêzî hev in, em li ser bingeha jinbûnê ji hevdû fêm dikin. Em fêrî zimanên hev dibin. Em li vir xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em li Jinwar dîroka jinê ya ku xelet hatiye fêrkirin, ji nû ve  bi awayekî rast fêr dibin. Em li vir jinbûnê fêr dibin.”

Jinan diyar kir ku bang li hemû jinan dikin werin Jinwar û xwe nas bikin.

XEBATÊN DI NAVA SALEKÎ DE

Jinan di Akademiya Jinwar de perwerde dîtine û xwe bi pêş xistine. Bi hev re pirtûk xwendine û li ser Jineolojiyê perwerde dîtine. Zarokan di dibistanê de weke sîstema perwerdeya demokratîk a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde dîtine.

Jinan baxçeyê komînal vekirine û ekonomiya xwe bi pêş xistine. Genim çandine û niha li firna xwe bi ardê ji genimê xwe nan çêdikin. Heman demê de ji genim, savar jî hat hilberandin. Di baxçe de gelek cure fêkî û sebze çandine. Darên lîmon, porteqal, hinar, mişmiş, zeytûn hwd çandine.

Heman demê de mirîşk û pez anîne Jinwar. Şîr û hêkan ji lawiran digirin. Mast bi xwe çêdikin û ekonomiya xwe xurt dikin.

Di vê sala derbasbûyî de ji gelek welatên cîhanê, hem ên Rojhilata Navîn û hem jî welatên Ewropa gelek şandeyan serdana Jinwar kirine û kêfxweşiya xwe ya ji bo Jinwar anîne ziman. Gelekan ji bo pêşeroja welatên xwe Jinwar wek mînak girtine.

PROJEYÊN SALA NÛ

Ji bo pêşxistina gund projeyên nû hatine danîn.

Jin dixwazin ji bo sala nû di aliyê ekonomî de xwe ji derve qut bikin. Di hilberîna genim de berdewam bin. Zêdetir lawir bînin gund û hilberînên xwezayî bidest bixin. Ji bo sala were bi qasî ku têra gund bike sebze bên çandin. Zêdetir darên fêkî werin çandin.

Dibistana Dayika Ûweyş ku zarokên gund lê perwerde dibînin were restorekirin ji bo perwerdeya sala nû. Ji bo zarokan parka lîstokan were vekirin.

Dîsa kafeteryayek were vekirin ku jin li wir bêhna xwe bidin û dem derbas bikin.

Yek ji projeyên sala were jî ji enerjiya Rokê kehrebe wergirtine. Ji xwe sala borî jî li hinek malên gund ev pergala enerjiya Rokê bikar anîne, hewl tê dayîn di sala were de ji bo tevahî gund ev pergal were pêşxistin û pêwîstiya kehrebê ji enerjiya Rojê bê bidestxistin.

ŞIFA JIN

Yek ji projeyên herî giring ên ku dê îsal li Jinwar bê pêşxistin jî Şifa Jin e. Şifa Jin dê zêdetir ji dermanên xwezayî ku ji giya tên bidestxistin werin çêkirin. Niha jî jin li ser bedena jinê û dermanên xwezayî perwerde dibînin.

Li ser vê mijarê me hevdîtin bi bijîşka Jinwar Bêrîvan Garansa re çêkir. Bêrîvan ji Berselonayê ye û ev  mehek e li Jinwarê ye.

Bêrîvanê di derbarê xebatên xwe de got ku: “Projeya me ew e ku em ciheke tendurstiyê ya bi navê Şifa Jin vekin. Hem ji bo jin û zarokên gund, hem jî gundên derdora Jinwar dikarin li vir tedawî bibin. Ji destpêka avakirina Jinwar ve xwesteka vekirina Şifa Jin hebû. Ji ber ku jin bixwe li ser tenduristiya xwe fêr bibin û bisekinin. Armanca projeya Şifa Jin ew e ku; çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê bi rengekî xwezayî pêk bê. Wateya tenduristiya xwazayî çi ye? Ev nayê wê wateyê ku em dermanên kimyewî bikar neynin. Ji ber carnan hinek nexweşî hene neçarin van dermanên kimyewî bi kar bînin. Lê pêwîst e em siyaseta vê yekê baş bizanin û hewl bidin xweseriya tendurstî çêbikin. Heta ku em nikaribin xwe rizgar bikin em ê nikaribin pirsgirêkên tenduristî çareser bikin.”

Bêrîvan diyar kir ku zanista tenduristî di dîrokê de girêdayî jinê bûye, lê ev zanist ji jinê hatiye dizîn û wiha pêde çû: “Em dixwazin lêkolîn bikin û bizanin kîjan pirsgirêkên tenduristî di gund de hene. Em dixwazin zanista kenveşopiya jinê careke din peyda bikin û qeyd bikin. Em ê wan agahiyan binivîsin, ji bo carek din winda nebe. Em ê karê tenduristî li ser bingeha ekolojî, rizgarkirina jin û xweseriyê bidin meşandin. Em ê Şifa Jin bidin rêxistinkirin û di demeke nêz de dest bi kar bikin. Em niha dewreyeke perwerdê ya li ser tenduristiya jinê didin jinên Jinwar. Hem jinên gund hem jî xebatkarên Şifa Jin niha perwerde dibînin.”

Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de got: “Jinwar wareke xweş e û ez pir kêfxweş im ku li vir kar dikim.”

Şifa Jin di 4’ê Adarê de bi şahiyekê hat vekirin.

ANHA