Azarên şêniyên Efrînê yên ji ber êrişan dewam dikin

Ev 2 sal e artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kiriye û hîn jî şahidên êrişên hovane azarên êrişan dikişînin. Şêniya ji Efrinê Şêrîn Îbrahîm jî dixwaze wê trawmayê ji ser xwe biavêje û niha li Kampa Berxwedan bi malbata xwe re li ber xwe dide.

Azarên şêniyên Efrînê yên ji ber êrişan dewam dikin
5 adar, 2020   09:14
ŞEHBA - XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018`an êrişî kantona Efrînê kir, bi balafirên şer û çekên giran rasterast sivîl kirin armanc. Di encama topbarana artêşa Tirk de bi sedan sivîl bûn qurbanî yan jî parçeyên canê xwe winda kirin. Yek ji şahidên êrişên hovane yên artêşa Tirk jî welatiya bi navê Şêrîn Îbrahîm (23) e.

Şêrîn Îbrahîm topbarana li ser mala xwe û ketina dîwarê wê, ji bîr nekiriye. Ji ber topbarana artêşa Tirk, hê jî Şêrînê bandora wê ya derûnî derbas nekiriye û her ku dengekî bilind dibihîze, diqîre û texmîn dike ku wê top li konê wan bikevin.

Diya Şêrînê dibêje çi dibe bila bibe, ez ji bajêr dernakevim û di vê derbarê de Şêrînê got: "Dema min serê xwe datanî ji bo ku razêm, min nedizanî sibe ji xew rabim an na?"

Artêşa Tirk nîvê şeveke Adarê taxa Zeydiyê ya kantona Efrîn topbaran kir, top li mala Şêrînê ketin û dîwarê malê hilweşiyan, Şêrîn di nava kavilan de asê ma. Şêrîn wan kêliyan wiha bi bîr tîne: "Min hêviya xwe qut kir û ez gihîştim wê baweriyê ku ez ê bimirim. Ji ber ku ez ser hişê xwe çûm, nizanim ka çi bi min re çêbûye, tişta tê bîra min; ez din bin kavilan de asê mabûm.”

Şêrîn serpêhatiya xwe wiha vedibêje: "Cîranan digot Şêrîn miriye, lewma ji malbata min re digotin ji malê derkevin, lê diya min û birayê min red dikir û israra derxistina min ji bin kavilan kir."

Birayên Şêrînê û diya wê tevî topbaranê û şeva tarî Şêrînê ji bin kavilan derdixin.

Şêrîn wiha pê de diçe: "Birayên min, ez li ser milên xwe rakirim Çiyayê Lîlonê û meşiyan, hêviya min a rabûnê nemabû."

LI KAMPA BERXWEDAN LI BER XWE DIDE

Niha jî ji ber ku bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn, ew û malbata xwe li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dimînin. Tevî ku 2 sal derbas bûne, lê Şêrînê hîn azara xwe ji bîr nekiriye.

Şêrîn dibêje: "Azara ku min di binê kavilan de dîtiye û dîwar li ser laşê min bû, ez naxwazim careke din dubare bibe."

Malbat dixwaze Şêrîn wan rojan ji bîr bike, lê pêwîstiya wê bi desteka pisporên derûnnas heye û li kantona Şehbayê bijîşkên pispor peyda nabin. Ji ber vê yekê dibe ku Şêrîn li warê xwe vegere û êşa xwe derbas bike.

(eh(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N4uA7iRQd50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>