Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê bi mijara ‘di nava aloziya Sûriyê de jin’ dest pê kir.

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê dest pê kir
5 adar, 2020   09:45
QAMIŞlO

Komxebata Meclisa Jinên Sûriyê li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê li dar dikeve. 100 endam li ser asta Sûriyê beşdarî komxebatê bûne.

Jinên ji parêzgehên Sûriyê, kantona Şehbayê, herêmên Firat û Cizîrê, her wiha Helebê hatin pêşwazîkirin.

Siyasetmedarên jin, hiqûqnas, lêkolîner, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê, kesayetên serbixwe ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûne.

Di komxebatê de Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî.

Lîna bixêrhatina hemû beşdaran kir, hêviya serkeftinê ji wan re xwest û got: "Em ê di komxebatê de rewşa jinan di nava 9 salên aloziya Sûriyê de û di hemû beşan de ji "encamên berxwedan û asoyan" nîqaş bikin.

Komxebat didome.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gl6737-Fbio" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>