​​​​​​​‘8’ê Adarê roja destpêkirina berxwedanê ye’

​​​​​​​Endamên Kongreya Star û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jin û pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku berxwedana wan didome û 8`ê Adarê roja destpêka berxwedana li dijî zilmê ye.

​​​​​​​‘8’ê Adarê roja destpêkirina berxwedanê ye’
5 adar, 2020   07:06
NAVENDA NÛÇEAYN

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9S2bz5ZlNHA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Welatiya bi navê Emel Îsmaîl ku ji pêkhateya Ereb e, wiha axivî: "Ji bo me roja 8`ê Adarê cejn e. Piştî gelek qurbaniyan û piştî ku me fikr û felsefeya rêber Ocalan nas kir, di vê rojê de mafên jinan hatin bidestxistin."

Emel Îsmaîl diyar kir ku ew wek jinên Şehbayê dê li ser esasê fikrên rêber Ocalan bixebitin da ku bikarin dîrokeke mezin binivîsin û bang li tevahî jinan kir ku banga maf û azadiya xwe bikin.

Welatiyê bi navê Ehmed Selama ku ji pêkhateya Ereb e, 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Di demên berê de li kantona Şehbayê tu girîngiya vê rojê tune bû. Tu dan û standinên me bi pêkhateyên din re ji Kurd û Tirkmen re tune bû. Lê piştî me fikrên rêber  Ocalan nas kirin, em bûne xwişk û bira û bi hev girêdayî ne."

Her wiha welatiya bi navê Fatma El-Hisên ji pêkhateya Tirkmen e û 8`ê Adarê li jinan pîroz kir û destnîşan kir ku roja 8`ê Adarê roja azadiya jinan e da ku bikarin nêrîna xwe bînin ziman, biryaran di hemû aliyên civakî de bidin, her wiha mafên wan ên kar di hemû aliyan de hatin bidestxistin û wekhevî di navbera jin û mêran de çêbûye.

KOBANÊ

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Hacra Şêxo jî diyar kir ku 8’ê Adarê destpêka berxwedanê li dijî zilmê ye û destnîşan kir ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin bibin pêşeng mîna Arîn Mîrkan û Avesta û gelek têkoşerên ku li tevahî cîhanê bûne pêşeng.

Semîra Helac jî 8`ê Adarê pîroz kir û spasiya şervanên YPJ`ê kir ku di eniyên şer de parastina xak û rûmetê dikin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Edla Bekir jî 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û tekez kir ku jinan ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan fikrên azadiyê girtin û divê jin xwe bi pêş bixin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9ZtfT5HaH50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endama Koordînasyona Kongreya Star Şêrîn Oso Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got: "Her sal em bernameya pîrozkirina 8`ê Adarê datînin."

Şêrîn di berdewama gotina xwe de wiha lê zêde kir: "Em baş dizanin ku bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan jinan dîroka xwe bi kûrahî nas kir. Şoreşa Rojava şoreşa jinan e û berxwedana jinan e. Em 8`ê Adarê li rêber Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin."

Şêrîn bang li jinan kir ku kesayet û mafên xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me ji çalakî û pîrozbahiyên 8`ê Adarê ku em xwe bigihînin hemû jinên ku dûrî mafên xwe ne."

Endama Komîteya Civakî ya Kongreya Star Nîda El-Salih jî diyar kir ku dirûşma wan "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" ye. Nîda El-Salih anî ziman ku armanca wan ji çalakiyan e ku asta têkoşîna jinan ji bo wekheviya di navbera jin û mêran de bilind bikin, ne desthilatdariya xwe ferz bikin yan jî ji destê mêran derxin û bixin destên jinan, lê belê xwesteka wan wekhevî ye û ji ber wê bang li tevahî jinan dikin ku maf û erkên xwe nas bikin.

(bx)

ANHA