Sîstema parastina hewayî ya Sûriyê bersiva êrişeke li ser Humsê da

Rejîma Sûriyê ragihand ku sîstema wan a parastina hewayî şevê din bersiva êrişên bi moşekan ên li ser bajarê Humsê da.

Sîstema parastina hewayî ya Sûriyê bersiva êrişeke li ser Humsê da
5 adar, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya Sûriyê ragihand ku çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku duh bi şev saet di 03:00`an de sîstema parastina hewayî ya rejîma Sûriyê tevgera balafiran ji bakurê Filistînê ber bi Seydayê ve şopand û moşek ji asîmanê Lubnanê ber bi herêma navîn a parêzgeha Humsê ve avêtin.

Li gorî çavkanî ku sîstema hewayî ya Sûriyê bersiva êrişê da beriya ku moşek bigihîjin armanca xwe.

Şêniyên bajarê Humsê û gundewarên wê di saetên derengiya şevê de dengê teqînan bihîstin. Li gorî nûçegihanê Spûtnîkê, şêniyan çavdêr kir ku çawa sîstema hewayî hejmareke moşekan li ser Humsê rûxandin.

)bx)