318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin

Bi şahiyeke mezin Komîteya Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê bawername li 318 mamosteyên Serêkaniyê piştî standina perwerdê li Peymanga Zanistê ya Perwerdê bi dawî kirin, belav kirin.

318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
318 mamosteyên Serêkaniyê bawername wergirtin
4 adar, 2020   13:48
​​​​​​​HESEKÊ

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê şahiyeke mezin li yarîgeha Cizîrê ya Xedra ya bajarê Hesekê li dar xist.

Hejmara mamosteyên ku bawername wergirtine 318 û ji şêniyên Serêkaniyê ne. Mamosteyan perwerde li Peymangeha Zanist a Pewerdê ya Hesekê standin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a Rêveberiya Giştî ya Peymangeha Zanist a Perwerdê ya kantona Hesekê Mîdya Şemdîn axivî û wiha got: "Tevî rewşên dijwar û êrişên dewleta Tirk a dagirker, ji tevahî aliyên siyasî, leşkerî û perwerdê ve li ber xwe didin."

Mîdya Şemdîn mamosteyên bawername  wergirtine pîroz kir û wiha dewam kir: "Mamosteyan xwe ji tevahî cîhanê re sepand ku tevî rewşên dijwar ên li herêmên wan û dagirkeriyê, li ber xwe didin, her wiha bi rêya fêrkirinê nasname û kesayetên xwe eşkere dikin."

Ji aliyê xwe ve jî hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer Abdullah destnîşan kir ku tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser metoda wekhevî û edaletê dimeşin.

Semer diyar kir ku kêfxweşiya mezin, rizgarkirina bajarê Serêkaniyê û vegera şêniyên wê ye.

Piştî axaftinan, mamoste Mihemed Haco û Sozdar Mihemed bawername li mamosteyan belav kirin.

Ji mamosteyên bawername girtine, Rozêv Îsa ji bajarê Serêkaniyê ye kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Îro pir kêfxweş in, her wiha spasiya peymangehê der barê lidarxistina vê şahiyê de dikin."

Şahî bi girtina mamosteyan a dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA