Bi boneya 8 Adarê çalakiyên cûr bi cûr ên jinên Dêra Zorê

Bi boneya 8 Adarê Rêveberiya Jinên Dêrazorê çalakiyên têkildarî danesîna Roja Jinên Cîhanê organize kirin.

Bi boneya 8 Adarê çalakiyên cûr bi cûr ên jinên Dêra Zorê
Bi boneya 8 Adarê çalakiyên cûr bi cûr ên jinên Dêra Zorê
Bi boneya 8 Adarê çalakiyên cûr bi cûr ên jinên Dêra Zorê
Bi boneya 8 Adarê çalakiyên cûr bi cûr ên jinên Dêra Zorê
4 adar, 2020   13:28
DÊRA ZOR

Rêveberiya Jinan a Dêrazorê bi hevkariya endamên saziyan, kolanên sereke yên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê bi pankartên balê dikişînin ser girîngiya jinê û rêgezên wê, xemilandin.

Di vê der barê de yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Şehrezad Casim axivî û da zanîn ku"Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê me li ser astê gundewarên Dêrazorê gelek panel û semîrenên danesîna 8 Adarê li dar xistin û pankart daliqandin her wiha me belavok li ser jinan belav kirin.

SEMÎNERA DANESÎNA 8 ADARÊ

Li aliyekî din Rêveberiya Jinan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê semînereke danasîna 8`ê Adarê ji jinên di nava saziyan de kar diki, hola civînan a meclisê li dar xist.

.Di semînerê de, yek ji rêveberên Komîteya Jinan a Meclisa Zagonsaz Melak Rebah bal kişand ser girîngiya rola jinan di avakirin, azadkirin û parasitna civakê. Her wiha diyar kir ku jinan di hemû qadan de xwe îspat kirin û di dema dagirkirina DAIŞ`ê ji herêmê re, gelek azar kişandin.

Melek dîroka 8 Adarê şîrove kir û got:"Di têkoşîna li dijî newekheviyê de, 140 jinên di kargeha New Yorkê de dixebitîn, bûn qurban."

Melek Rebah axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, jinan bi roleke têkoşînê ya sereke rabûn."
KONÊ FLOKLORÎ

Di çarçoveyê heman çalakiyê de, Rêveberiya Jinan a Dêrazorê konekî filiklorî vegirtin û bi sedan jinên herêmê û endamên saziyên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi cil û bergên filiklorî, beşdarê bûn.

Di çalakiya ku li bajarokê El-Kubir ê rojavayê gundewarên Dêrazorê hatibû li darxistin de,  gelek stran û govendên gelêrî hatin pêşkêşkirin.

Her wiha endama buroya Jinan a Rêveberiya Jinan Mariya El-Ehmed daxuyaniyek parve kir û bang li tevahî jinên azadîxwaz û rêxistin û tevgerên jinan kir ku refên xwe bikin yek û têkoşînê bilind bikin.

eh

ANHA