Yekemîn şikestina hewldana bidawîkirina şer… li dijî Talîbanê derbeya asîmanî

Di yekemîn şikestina pêngavên bidawîkirina şerê di navbera Talîban û Amerîkayê de li Efganistanê de, artêşa Amerîkayê ragihand ku derbeya asîmanî li dijî tevgera Talîban li Efganistanê pêk anî.

Yekemîn şikestina hewldana bidawîkirina şer… li dijî Talîbanê derbeya asîmanî
4 adar, 2020   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çend saetan ji ragihandina serokê Amerîkayê Donald Trump a axaftina telefonê bi serokê tevgera Talîbanê Mullah Brader re ku baş derbas bûye, artêşa Amerîkayê komeke endamên tevgera Talîbanê li Efganistanê bi derbeya asîmanî hedef girt.

DYA û Talîban li Dewhayê peymana bidawîkirina şer li Efganistanê di vê hefteya çûyî de îmze kiribû, her wiha dê tevahî hêzên biyanî ji Efganistanê di 14 mehan de bikişin.

(fr)