Meclisa Jinên Sûriyê sibê komxebatekê li dar dixe

Meclisa Jinên Sûriyê dê sibê komxebatekê têkildarî rewşa jinan di nava aloziya Sûriyê de, li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li dar bixe.

Meclisa Jinên Sûriyê sibê komxebatekê li dar dixe
4 adar, 2020   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebat dê balê bikişîne ser rewşa jinan di aloziya Sûriyê de, bandora neyînî ya li ser jinan û girîngtirîn serkeftinên bi dest xistine.

Siyasetmedar, mafnas, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê, kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên civaka Sûriyê dê beşdarî komxebatê bibin.

Komîteya amadekar amaje bi hûrgiliyên komxebatê kir û da zanîn ku komxebat dê rojekê bidome, dê mijarên cuda werin nîqaşkirin. Di komxebatê de dê 4 babet werin nîqaşkirin, ya yekemîn têkildarî rewşa civakî ye, derûnî, aborî, qanûnî, mafnasî û binpêkirinên li dijî jinan û babeta duyemîn jî têkildarî pêşniyar û çareseriyan e.

(eh)

ANHA