Polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji Seraqibê vekişiyan

Ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk, polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi temamî ji bajarokê Seraqibê vekişiyan.

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji Seraqibê vekişiyan
4 adar, 2020   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku piştî rojekê, vê sibê polîsên leşkerî yên Rûsyayê ji bajarokê Seraqibê vekişiyan.

Çeteyên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin, bi dijwarî êrişî hêzên rejîmê kir û polîsên Rûsyayê vekişiyan.

Şer li eniyên rojavayê Seraqibê li Tirinbê û derdora bajêr ji aliyê eniya Îfis a bakurê rojavayê Seraqibê dijwar e. SOHR`ê ragihand ku di encama bombebarana balafirên Tirkiyê li nuqteyên bajarokê Seraqibê û bejahiya rojhilatê Idlibê de, 9 leşkerên rejîmê hatine kuştin. 

(eh)