​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!

Koçberên di kampa Erîşa de diyar kir ku herêmên wan hîna aram nebûne, her tişt biha bûye û ji ber kiryarên hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên li dijî sivîlan, naxwazin li warê xwe vegerin.

​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
​​​​​​​Koçberên li Erîşayê naxwazin vegerin malên xwe!
4 adar, 2020   07:53
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Li kampa Erîşa ya ku 30 km dikeve başûrê bajarê Hesekê, zêdeyî 4 hezar kes hene, piraniya wan ji dema dagirkirina herêmên wan ji aliyê çeteyên "Îtîlafa Nîştimanî" ve, piştre bidestxistina hêzên rejîma Sûriyê, koçberî kampê bûne.

Piraniya koçberan ji herêmên rojhilatê Dêrazorê ne mîna Meyadîn, Bûkemal û bi dehan gund û bajarokên wê ku niha di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê de ne. Piştî herêmên navborî ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyê û çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûn, rêveberiya kampê derî li pêşiya kesên ku bixwazin vegerin warê xwe, vekir.

Koçber dibêjin ku mayîna wan a li kampê baştir e, ji ber ku rejîm û milîsên girêdayî wê li warên wan serwer in ku binpêkirinên li dijî sivîlan pêk tînin. Her wiha herêm ne ewle ye û malên wan ji ber şer ziyanên mezin dîtine. Hin koçberan diyar kir ku li herêmên wan buhayên madeyên xwarinê gelekî bilind in û şaneyên veşartî hene ku gendeliyê belav dikin.

Koçbera bi navê Muna El-Abdullah a ji Meyadînê anî ziman ku mayîna li kampa ji aliya Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, ji vegera li malên bûne kavil û xwelî, baştir e. Muna diyar kir ku ew û zarokên xwe di kampê de bi ewle dijîn û naxwazin vegerin herêma xwe ku hêzên rejîmê û milîsên "kirêkirî" lê serwer in ku mal û tax talan kirin.

Mihemed El-Abdullah jî destnîşan kir ku ew 7‘ê Cotmeha 2017‘an ji gundê xwe yê girêdayî bajarê Meyadînê derkek û nikare vegere, ji ber ku bi gelek tawanan ji aliyê rejîma Sûriyê ve tê xwestin. Mihemed destnîşan kir ku herêma wan ne ewle ye û wiha domand: "Şandeyên çeteyên DAIŞ‘ê yên terorîst, milîsên Îranê û hêzên rejîma Sûriyê li wir hene. Em ê çawa vegerin û zilm û topbaran hîna heye?"

Koçbera bi navê Sara Seîd a ji gundê Kerya ya Dêrazorê diyar dike ku ew nikare vegera gundê xwe, ji ber ku her tişt buha ye û pêwîstiyên sereke yên jiyanê peyda nabin.

Hevserokê Kampa Erîşa Zahir El-Xerbî diyar kir ku zêdeyî 250 malbat vegeriyan gundên xwe yên li rojhilatê Firatê mîna Hecîn, Baxoz, Siwer û Teyana ku ji aliyê QSD‘ê ve tên birêvebirin. El-Xerbî destnîşan kir ku ew dikarin vegerin herêmên xwe bêyî ku li aliyên fermî vegerin, tenê hin tedbîrên rûtîn di nava kampê de hene.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1uf_DmwXYq8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>