Li kantona Qamişlo hişyariyên beriya destpêkirina mewsima patozan

Meclisa Kantona Qamişlo beriya mewsima berhevkirina hilberînên çandiniyê li kantonê, dest bi girtina girtekên hişyariyê kir da ku rê li pêşiya pêkhatina şewatan di nav berheman de bigire. Ji bo wê jî komîteyên destwerdana lezgîn li tevahiya navçe, bajarok û gundên girêdayî kantonê ava kirin.

Li kantona Qamişlo hişyariyên beriya destpêkirina mewsima patozan
4 adar, 2020   07:45
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Ji bo ku şewatên di sala borî de çêbûne, careke din dubare nebin, Meclisa Kantona Qamişlo rêzegirtekên hişyariyê ji bo parastina berheman girtin.

Di sala 2019`an de agir bi zeviyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket. Di encamê de zêdetirî 435 hezar û 500 donim berhem şewitî. Tevî ku 14 kes, di nav de sivîl û leşker, dema hewl didan şewatan vemirînin, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî aliyên têkildar, piraniya şewatan bi zanebûn bûn, DAIŞ`ê hinek ji wan bûyeran girtin ser xwe. Armanc ji wan bûyeran têkbirina aboriya herêmê bû. Desteya Aboriyê beşek ji zirarên cotkarên dabîn kirin. Desteyê tovên genim û ceh bê pere li cotkaran belav kirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Avram Ishaq destnîşan kir ku aliyên têkildar ên meclisê rêzegirtekên hişyariyê girtin. Ishaq wiha axivî: "Me komîteyên destwerdanên lezgîn li ser asta kantona Qamişlo, navçe, bajarok û gundên girêdayî wê ava kirin. Her komîteyek ji 5 endaman pêk tê. Ew ji meclisa kantonê, Komîteya Aborî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şaredariyê hatine hilbijartin."

Ishaq destnîşan kir ku komîte wê di rojên pêş de dest bi karên xwe bikin. Komîte wê dermanên kurmikan li dora rêyên giştî bi armanca tunekirina şînatiyên bizirar û yên ku di havînê de zû dişewitin bireşîne. Ishaq îşaret pê kir ku komîte wê bi hevkarî û koordîneya şêniyan kar bikin.

Ji nav rêzegirtekên hişyariyê mîna ku Ishaq ragihandiye, Meclisa Kantonê bi hevkariya şaredariyan wê sahrîcên avê li tevahiya navçe, bajarok û gundan belav bike, heta karibin şewatan ger çêbûn, vemirîne.

Ishaq destnîşan kir ku aliyên têkildar hewl didin erebeyên agirvemirandinê bi rêya dan û standina xwe bi hinek dewletan re bîne herêmê. Lê ji ber dorpêçê heta niha nikarîn bînin.

(şx)

ANHA