​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike

Komên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin.

​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
​​​​​​​Navenda Cemîl Horo amadekariya 8’ê Adarê dike
4 adar, 2020   07:55
HELEB-SOLÎN REŞÎD

Komîteya amadekar a Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê amadekariyên şahiyê dike. Koma Siya Jin a stranan û Koma Vejîn a dîlanê ji mehekê ve xwe amade dikin. Bi şev û roj perwerdeyên xwe dibînin.

Koma Vejîn hefteyê sê rojan perwerdeyên xwe dibîne. Koma Siya Jin jî her roj perwerdeyên xwe dibîne.

Endama rêveber a Koma Siya Jin Fatme Ebdo destnîşan kir ku stranên ku kom dê di şahiya 8`ê Adarê de bibêjin, girêdayî berxwedana jinan û şehîdên YPJ`ê ne. Fatme wiha got: "Me 7 stran amade kirine. Dozan û rîtmên stranan dê endamên komê yên jin pê rabin. Em ê hewl bidin vê rojê bi awayê tê xwestin, vejînin."

Fatme bi navê tevahiya jinên ciwan ên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê 8`ê Adarê li rêber Abdullah Ocalan, YPJ û tevahiya jinên kedkar ên cîhanê pîroz kir.

Koma Vejîn a ku ji 11 jinên ciwan pêk tê, amadekariyên xwe dike. Kom dê di destpêkê de berhemeke çandî tevî dîlanê pêşkêş bike. Girêdayî wê endama komê Tûlîn Gunês got: "Em ê 6 dîlanan ji çanda gelêrî pêşkêş bikin. Ez 8`ê Adarê li tevahiya jinên Kurdistanê pîroz dikim."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mxmqm2Ri0e4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>