Hana Qirîso keçmîra suryanî ya nemir

Taybetmendiyên ayîn û çanda her civakekê cuda ye. Jinên ciwan ên  Suryan bi çanda xwe ve girêdayî ne, îsbata wê her sal keçmîr Hana beriya rujiya mezin bibîr tînin û ayînên girêdayî wê bîranînê pêk tînin.

Hana Qirîso keçmîra suryanî ya nemir
4 adar, 2020   07:16
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dîroka gelan tijî çîrokên ku vedigerin hezaran salan. Ew çîrok li gorî ayînên sembolîk têne vejandin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ayîn û kevneşopiyên xwe yên ku bi rêya wê bûyerên dîrokî vedibêjin diparêzin. Îro ew ayîn veguherîn çandek. Ji wan ayînan, bîranîna kecên Suryan Keçmîr Hana Heno Qirîso.

HANA HENO QIRÎSO JI KEVNTIRÎN ÇÎROKÊN DÎROKA SURYAN E

Çîroka Hana vedigere serdema qiralek Mezopotamiya yan jî welatên di navbera her du çeman de. Her tim têk diçû. Dema carek biser dikeve, soz dide artêşa xwe ku qurbanekê bide xwedawendan. Kiral dibêje her kesê ku di rêya vegerê de rastî wî tê wê bike qurban.

Lê şansa kiral ne baş bû, kesê yekemîn rastî wê tê, keça wî Hana bû. Diviyabû ku wê wek qurban bide xwedawendan. Hana biryara kiral qebûl dike. Lê jê dixwaze ku wek dem 40 roj bide wê da ku tevî hevalên xwe biçe çiyayan, bi wê serkeftinê şad bibin.

Hana hevalên xwe yên keç kom dike. Keçan jî gelek cureyên baqulî, şînkahî û hêk kom kiribûn. Piştre diçin lûtkeya çiyayekî nêzî bajêr. Li wir di dirêjahiya 40 rojan lidar dikeve. Dema nêz dibe ku ew 40 roj bidawî bibin, Hana ji hevalên xwe dixwaze ku her sal wê li wî cîhî bibîr bînin.

Piştra Hana vedigere cem bavê xwe. Kiral serî keça xwe Hana bi şûrekî qut dike. Her sal keç li cihê ku şahî lidar xistine, şahiyên bîranînê ji Hana re lidar dixin. Ji ber wê ev kevneşopî ji herêmekê veguhezî herêmekê, ji nifşekê derbasî nifşeke din bû heta gihaşt vê rojê.

/kr/uploads/files/2020/03/04/071812_qam-amire-soryani-1.webp

Ji ber wê keçên Suryan roja Yekşemê beriya rujiya mezin bûkekê ji text çêdikin û cilên bûkê lê dikin. Piştre ji dêrê derdikevin û di nav malên gund de digerin. Şêniyên gund jî rûn, savar û hêk didin keçan.

Ebîr Gewriye ji şêniyên gundê Mihrikan li bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê ye dibêje: "Ev kevneşopî û ayîn gelek kevnar in. Me ji pêşiyên xwe wergirtin. Em di vê rojê de Keçmîra Hana bibîr tînin. Hana qurbana nidra bavê xwe yê ku di şerekî de biserketibû."

Ebîr destnîşan kir ku keçmîr ji bavê xwe demekê dixwaze heya ku xwarin amade bike û tevî hevalên xwe yên keç 40 rojan şahiyan li dar bixin. Piştre xwe weke qurban pêşkêş kir. Lewra keçên Suryan her Yekşem beriya rujiya mezin bûkek radikin û di nav taxan de digerin. Şênî jî ji wan re rûn, savar û hê pêşkêş dikin. Ebîr wiha domand: "Piştre madeyên kom kiriye dibirêjin mîna ku keçmîra Hana xwarina bi navê Sorkirin(El-Qelî) çêdikir."

/kr/uploads/files/2020/03/04/071841_.webp

Di gerê de keç stranek bi zimanê Suryanî ku çîroka Hana vedibêje distêrin; keça kiral li quncikê sekinî ye, li mêj dike bavê te ku ve çû ye, çûye şer û tu bû qurban.

Keçmîr Hana îro êdî bûye keşeyek ku keçên Suryan her sal beriya rujiya mezin bibîr tînin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TGVUCI846bU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>