Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne

Koçberên Efrîn û şêniyên navçeya Şêrawa, bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî koçberan rawestînin. Koçberan got “Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne.”

Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
Koçberên Efrînê: Rêxistinên navneteweyî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne
4 adar, 2020   07:41
EFRÎN -FÎRAS IBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana xwe ya li dijî gundan didomînin û komkujiyan li dijî sivîlan pêk tînin. Herî dawî komkujiya li dijî koçberên Efrînê li gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê. Di encamê de 3 kes ji malbatekê şehîd bûn û hinek din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên navçeya Şêrawa, kantona Şehbayê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  topbaran dikin. Di encama êrişan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar kirin. Di heman demê de zirarê didin milkên sivîlan. Tevî wê jî hewl didin tirs û xofê bixin dilê sivîlan bi armanca ku wan gundan vala bikin û careke din koçber bikin.

Şêniyên gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê der barê mijarê de nêrînên xwe rave kirin.

Jina bi navê Xalîde Mihemed ji koçberên gundê Soxanekê yê Efrînê ye. Ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Soxanekê neçar maye ji mala xwe koçber bibe. Lê topên artêşa Tirk a dagirker heta gundê Aqîbe li dû wê bûn. Xalîde got: “Artêşa Tirk a dagirker tevî komên çete yên terorîst gundê Aqîbê û tevahiya gundên navçeya Şêrawa bi dehan moşekan topbaran dikin. Em li mala xizmekî xwe li gundê Aqîbê rûniştibûn. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan top li ser gund barandin. Topek li mala me ket. Şikur ji Xwedê re tiştek bi malbata min nehat."

Xalîde kiryarên artêşa Tirk şermezar kirin û got: "Ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker em ji mala xwe ji gundê Soxanekê derketin. Lê topên mirinê li dû me bûn. Em neçûn Tirkiyê û me axa wê dagir nekir. Lê wê hat û axa me li Sûriyê dagir kir. tu mafê dewleta Tirk tune ye axa me dagir bike. Ev axa me ye û cihê Tirkiyê li vir tune ye."

Şêniyê bi navê Mihemed Kînco jî got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa rojane topbaran dikin. Ji ber wê malên sivîlan wêran bûn. Dewleta Tirk dixwaze tirs û xofê bixe nava şêniyan, ji bo wan ji axa wan derxe û projeya xwe ya mêtingeriyê bidomîne.”

Kînco destnîşan kir ku tu hêzên leşkerî li gundên navçeya Şêrawa tune ne û yên ku Tirkiye wan dike hincet da ku herêmê topbaran bike.  Kînco iwha pê de çû: “Rêxistinên navneteweyî berpirsên pêkhatina komkujiyan li dijî sivîlan û koçberan û talankirina Tirkiyê xêr û berhemên dîrokî yên herêmê ne.”

Di dawiyê de Kînco diyar kir ku ew ê li gundên xwe li navçeya Şêrawa bin û heya dawiyê wê li ber xwe bidin. Nahêlin artêşa Tirk a dagirker derbasî gundên wan bibe.

Şêniyê bi navê Ebdo Bereket ji şêniyên gundê Aqîbe ye û wiha got: “Piştî topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundên me, mala şêniyê bi navê Elî Menle carekê wêran bû. Lê dagirkerî carek din gund topbaran kir û top li mala Elî Menle ketin ji ber wê şehîd bû.”

Bereket diyar kir ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî gundê Aqîbê hejmarek malên şêniyan wêran bûne. Ew jî îsbat dike ku dagirker projeya dagirkirina axa Sûriyê didomîne. Di dawiyê de Bereket got: "Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember sûcên artêşa Tirk a dagirker şermezar dikin. Artêşa Tirk a dagirker li ber çavê wan rêxistinan mafên mirovan binpê dikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1Xm8BgGiyBE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>