Di çeperên Eyn Îsayê de şervanên ji Idlibê

Şervanên QSD’ê yên ji Idlibê ku ji çeteyan xistibûn zindanê û îşkence lê kiribûn, niha li çeperên Eyn Îsayê ax û gelê xwe diparêzin.

Di çeperên Eyn Îsayê de şervanên ji Idlibê
Di çeperên Eyn Îsayê de şervanên ji Idlibê
Di çeperên Eyn Îsayê de şervanên ji Idlibê
4 adar, 2020   07:13
EYN ÎSA – CÎHAN BÎLGÎN

Di çarçoveya parastina rewa de şervanên QSD’ê li Eyn Îsayê bersiva êrişan didin. Di nav hêza QSD’ê de şervanên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen jî cih digirin. Şervanên ji Idlibê ku ji zilma çeteyên filîtine, di nav çeperên pêş de hem tola xwe radikin hem jî axa xwe diparêzin.

Şervanê QSD’ê Zinar Efrîn ku ji Idlibê ye, li dijî hovîtiya çeteyên li Idlibê sala 2014’an tev li YPG’ê dibe. Kiryarên çeteyan ku li ser wî pêk hatin, wiha parve kirin: “Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam bi zextê dixwest ku em tev li  wan bibin. Lê hovîtiya wan ji ber çavê me bû, me nedixwest. Ji ber min nexwest û malbata min dewlemend bû, çeteyan 3 meh û 15 rojan ez di zindanê de hiştim û fidye nêzî 13 hezar dolar ji malbata min xwestin. Malbata min neçar ma û pere da û ez ji zindanê derxistim. Di zindanê de kiryarên qirêjî  ku wekî îşkence, taciz li ser min pêk anîn. Çeteyên li Idlibê ji çeteyên DAIŞ’ê ne cuda ne. Herî zêde dewleta Tirk piştgiriyê dide wan.”

‘ÇETEYAN LI IDLIBÊ ORGANÊN SIVÎLAN DIFIROTIN’

Yek ji kiryarên hovanê yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker firotina organên sivîlan e. Heman şêwaz niha li herêmên ku di bin dagirkeriya wan de ne, hîna jî pêk tînin. Efrîn dibejê ev sûc li Idlibê jî pêk dihat û got: “Çeteyan li Idlibê organên sivîlan derbasî dewleta Tirk dikirin. Min ev bi çavan dît ku ji laşên birîndaran organên wan derdixistin û pembû dixistinê. Sivîl dema ku ji destê xwe birîndar dibûn, çeteyan ew derbasî sînorê dewleta Tirk dikirin û organên hundirîn  didizîn, laşê wan vala vedigerand.”

Ji ber vê hovîtiyê Zinar Efrîn koçberî Efrînê dibe û li wir tev li YPG’ê dibe. Armanca tevlêbûna xwe wiha tîne ser ziman: “Li Efrînê min hêza YPG’ê nas kir û armanca wan a mirovî hişt ku ez sala 2014’an tev li  YPG’Ê bibim.  YPG zarokên vê civakê ne. di çarçoveya parastina rewa de bersivdayîna êrişan çêdibe.  Em gelekî keyfxweş bûn ku YPG heye û gelê Sûriyê diparêzê. Dema êrişên li ser Reqa û Efrînê jî wekî erkeke sereke min jî li ber xwe da û di şer de cih girt.”

‘DIJMINÊ ME YEK E, EM BI YEKDESTÎ AXA XWE DIPARÊZIN’

Efrîn destnîşan dike ku erka wan a sereke parastina gel û erdê Sûriyê ye û dibejê: “Dijminê ku niha li Idlibê li ser gelê me komkujyan pêk tîne, li vir jî êrişî gelê me dike. Beşek ji axa Sûriyê Eyn Îsa de em li dijî dagirkeran li ber xwe didin. Armanca dagirkeran li ser dagirkirina herêmên nû em ê têk bibin. Axa me ya ku dagirkirina bi yekitiya xwe ya leşkerî de em ê rizgar bikin.

Gelê me yê ku li Idlibê koçber dibe bila berê xwe bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Cihê herî ewle herêmên ku hêzê me tê de hene. Em dikarin gelê xwe û koçberên xwe biparêzin.”

Şervanê QSD’ê Elî Idlib jî rastî hovîtiya çeteyên li Idlibê tê. Idlib dibêje ku çete li ser navê îslamê di aliyê derûnî û fizîkî de îşkence li sivîlan dikirin û got: “Ev çeteyên qirêjî wekî Cebhet El-Nûsra û Ehrar El-Şam ku qaşo bi navê îslamê şer dikin, bi darê zorê şêniyên herêmê dixwest tev li wan bibin. Kiryarên wan dizî, revandin, kuştin û talankirin bi navê ol pêk dianîn. Ji ber min tevlêbûna nav çeteyan qebûl nekir, mehekê di zindana wan de mam. Di zindanê de îşkence li ser min pêk anîn. Hîna jî ew kiryarên li ser sivîlên li Idlibê de pêk tê. Di aliyê derûnî û fizîkî de îşkence li ser sivîlan didin meşandin.”

‘EM Ê AXA XWE Û HEMÛ AXA SÛRIYÊ JI DAGIRKERAN RIZGAR BIKIN’

Idlib bi armanca parastina ax û gele xwe sala 2016’an de tev li  QSD’ê dibe û niha jî li çeperên Eyn Îsayê li dijî dagirkeran li ber xwe dide. Têkildarî berxwedanê dibejê: “Em ê axa Sûriyê  ji dagirkeran rizgar bikin. QSD hemû pêkhateyên di nav xwe de dihawîne. Li her bajarê Sûriyê şervan di nav me de hene. Di çepêrên Eyn Îsayê de li dijî dagirkeran em li ber xwe didin. Parastina vê herêmê ji me tê xwestin û em nahêlin axa me bê dagirkirin.”

ANHA