Jinên koçber: Em ê di 8`ê Adarê de têkoşîna xwe bilind bikin

Jinên koçber ên  kampa Newroz  8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û got: “Peyama me ya 8’ê Adarê, bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeran e. Bilindkirina têkoşînê erka me ye.”

4 adar, 2020   05:35
QAMIŞLO-NEJBÎR OSMAN

Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êirşên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmehê de, rastî kuştin, revandin û koçberkirinê hatin.

88 malbatên koçber ên ji Girê Spî, Serêkaniyê û Efîrnê li kampa Newroz a li herêma Dêrikê a girêdayî kantona Qamişlo bi cih bûn û rêveberiya kampê alîkarî pêşkêşî wan kir.

Jinên koçber ên li kampa Newroz dimînin, jiyana xwe ya rojane bi rêve dibin. Dema tu li wan meyze dikî, tu dibînî hinek xwarinê çêdikin, hinek kom bûne û nîqaşên li ser berxwedana Serêkaniyê, Efrînê û Girê Spî dikin û heviya vegeriyê jî her tim bi wan re ye.

8`ê Adarê ku her sal ji bo bîranîna serhildana jinên ku mafên xwe dixwazin û berxwedana ku heta roja me ya îro dewam dike, pîroz dikin. Gelo peyama  jinên koçber ên kampa Newroz bi vê boneyê çi ye?

Xezal Xidir Mustafa ya ji Girê Spê wiha dibêje: "Roja Jinên Kedkar ên  Cîhanî nêzîk dibe. Em her sal bi kêfxweşî li benda pêşwazîkirina vê rojê diman. Me bajar dixemiland û cilên filiklorî amade dikirin. Lê belê îsal em ê 8`ê Adarê bi berxwedana xwe ya li kampan pîroz bikin."

Xezalê bi domdarî wiha got: "Tevî hebûna me li vir ku em di rewşeke zehmet de dijîn, lê belê heviya me ya vegera Girê Spî mezin e". Her wiha tekez kir ku hebûn û xweragirtina wan di kampan de, nameyeke berxwedanê ji bo dewleta Tirk û çeteyên wê ye û wiha got: "Em dev ji axa ku me keda şehîdan av daye, bernadin."

Koçbera bi navê Newroz Elî ya ji şêniyên herêma Zirganê ye, 8`ê Adarê pîroz kir û wiha axivî: "Tevî ku em nikarin wek salên berê vê cejnê pîroz bikin jî, ji ber ku em dûrî malên xwe ne, lê belê dê erka me ya bewamkirin û bilindkirina asta têkoşînê mezintir bibe. Ji ber ku bi hêz û vîna jinan, em ê faşîzmê têk bibin."

Newroz destnîşan kir ku destkeftiyên di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine bidestxistin, di hemû qadan de diyarker e. Ev yek metirsiyan li ser dewleta Tirk a dagirker çêdike. Ji ber vê yekê her care jinan dike hedef.

Koçbera bi navê Hebîse Silêman ya ji pêkhateya Ereb ya ji Serêkaniyê, dibîne ku armanca dewleta Tirk têkbirina ewlehiya li herêmê ye û tekez kir ku dê serkeftin para gel be. Her wiha 8`ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FNnXnM_TaN4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>