Nivîskarê Filistînî: Divê tevgera çep a Tirkiyê piştgiriya doza Ocalan bike

Nivîskarê Filistînî Nasir Şebat got: “Rêber Abdullah Ocalan rayeke giştî ya cîhanî û civakî di wîjdanê cîhanê de ava dike, têkoşîna şoreşgerî li cîhanê bi pêş dixe. Divê tevgera çep a Tirkiyê piştgiriya doza Ocalan bike.”

Nivîskarê Filistînî: Divê tevgera çep a Tirkiyê piştgiriya doza Ocalan bike
4 adar, 2020   05:20
XEZA- OMER MÛSA

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê beriya çend rojan nûçeyên derketina şewatê li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye parve kiribûn.

OCALAN RAYEKE GIŞTÎ YA CÎHANÎ Û CIVAKÎ DI WIJDANA CÎHANÊ DE AVA KIR

Di vê mijarê de ajansa me hevdîtinek bi nivîskarê siyasî yê filistînî Nasir Şebat re çêkir.

Şebat di destpêka axaftina xwe de got: “Birêz Ocalan li ser çareserkirina aloziya gelê xwe li ser esasê edaletê û vegerandina mafan, xwedî nêrîn û stratejî ye. Ocalan ji bo guhertinê têkoşiya û berdêla vê têkoşînê da ku li ser esasê avakirina civak û sîstemeke siyasî û demokratîk e. Lê belê ev li xweşa dewleta Tirk û rêxistinên siyasî yên din wekî Israîlê, naçe. Heta niha Ocalan rayeke giştî ya cîhanî û civakî di wijdanê cîhanê û gelê Kurd de, ava kiriye. Birêz Ocalan bûye semboleke şoreşgerî. Birêz Ocalan doza gelekî hilgirtiye ser xwe."

Şebat diyar kir ku Ocalan rewşeke sembolîk ya netewî û şoreşgerî ji bo civaka Kurd û tevgerên çep li tevahî herêmê, temsîl dike. Şebat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan bûye sembolek mezin li dijî pergala kapîtalîst a cîhanî.  Divê doza Birêz Ocalan bê şopandin û divê bi wateyek mirovî bê dîtin ku cewhera doza Kurdî ye.”

AZADIYA OCALAN DÊ TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ BILIND BIKE

Şebat dibîne ku dewleta Tirk îsrara tecrîda li dijî Ocalan dike û wiha got: "Ji ber ku azadiya Rêber Ocalan ji bo dewleta Tirk di du aliyan de metirsiya çêdike. A yekê; rejîma Tirk dizane ku derketina Ocalan ji girtîgehê tê wateya geşbûna tevgerên çep li herêmê bi giştî û bi taybet li Tirkiyê. Bi vê geşbûnê û bi demê re dê Ocalan karibe hêzên çep di dîmenê siyasî yê Tirkiyê de xurt bike. Ev yek li xweşiya gelek aliyên wekî Israîl û rejîma heyî li Tirkiyê û Amerîkayê, naçe. A duwem serbestberdana Ocalan dê careke din tevgerên şoreşî li herêmê xurt bike û dê tevgerên çep li seranserê cîhanê belav bike.”

Nasir Şebat ihtîmala ku Tirkiye zerarê bigihîne Rêber Abdullah Ocalan dûr xist û wiha got: "Ji ber ku Ocalan rewşeke şoreşgerî ya gelek mezin ji bo gelên herêmê û kêmbaweriyên Ii cîhanê û tevgera çep a cîhanê, temsîl dike."

DIVÊ DI BIN TU BEHANEYAN DE DEV JI DOZA OCALAN NEYÊ BERDAN Û DIVÊ PIŞTGIRIYA DOZA WÎ ZÊDETIR BIBE

Şebat axaftina xwe bi van gotinan domand: "Divê tevgerên çep ên li hundirê Tirkiyê, piştgiriya doza Ocalan bikin. Ji ber ku doza Ocalan ne dozeke siyasî yan ewlehî ye. Doza wî dozek, mirovî ye û sembola li dijî qirkirinê, zulmê û xwarina mafan e.”

Şebat destnîşan kir ku hêz û rêxistinên herêmî û di serî de yên çep, serî hilnandin, sedema wê yekê ew e ku guhertina dîrokî de tevgerên çep paş ketin.

Şebat di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nabe ku bi tu behaneyan dest ji doza Ocalan were berdan. Berovajî divê piştgiriya doza Ocalan zêde bibe û bangên rakirina tecrîdê û xebatên ji bo rizgariya wî, zêde bibin. Berpirsyarî li ser saziyên civaka sivîl ên cîhanê dikeve. Ji wan tê xwestin ku doza Ocalan her tim bişopînin. Ji ber ku di derceya yekemîn de dozeke mirovî ye. Her wiha di doza Ocalan de hemû pîvanên qanûna navdewletî û yên cîhanî tên binpêkirin."

(cx)

ANHA