ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 -03-2020
4 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca ku agahî li ser  rewşa tenuristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya dibistanan bi şahiyekkê karnameyan li xwendekarên peymangeha Elî Şêx Dawud li mamosteyên Serêkaniyê belav dikin. Şahî li stada Cezîra Xedra ya bajarê Hesekê lidar dikeve, saet 11:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskarê siyasî yê filistînî Nasir Şebat got: “Rêber Abdullah Ocalan rayeke giştî ya cîhanî û civakî di wîjdanê cîhanê de ava dike. Birêz Ocalan ji bo dewleta Tirk û rêxistinên siyasî metirsiyan ava dike, ji ber ku têkoşîna şoreşgerî li cîhanê bi pêş dixe. Divê tevgera çep a Tirkiyê piştgiriya doza Ocalan bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrîn û şêniyên navçeya Şêrawa, bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kirin ku mudexele bikin û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li dijî koçberan rawestînin. Koçberan gotin: “Rêxistinên navnetewî berpirsên komkujiyên Tirkiyê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên di kampa Erîşa ya başûrê bajarê Hesekê de diyar kirin ku herêmên wan hîna aram nebûne, her tişt bûha bûye û ji ber kiryarên hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên li dijî sivîlan naxwazin li warê xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên QSD’ê yên ji Idlibê ku ji çeteyan xistibûn zindanê û îşkence lê kiribûn, niha li çeperên Eyn Îsayê ax û gelê xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiyên 8‘ê Adarê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şoapndin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şandeyek jinên herêma Cizîrê bi boneya 8‘ê Adarê serdana gundê Jinwar dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên koçber ên  kampa Newroz  8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û got: “Peyama me ya 8’ê Adarê, bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeran e. Bilindkirina têkoşînê erka me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Komên Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya bajarê Helebê amadekariyên vejandina Roja Jin a Cîhanî dikin. Ji ber wê perwerdeyên xwe li ser dîlan û stranan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Taybetmendiyên ayîn û çanda her civakekê cuda ye. Jinên ciwan ên  Suryan bi çanda xwe ve girêdayî ne, îsbata wê her sal keçmîr Hana beriya rujiya mezin bibîr tînin û ayînên girêdayî wê bîranînê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclisa Kantona Qamişlo dest bi girtina giretekên hişyariyê beriya ku mewsima berhevkirina hilberînên çandiniyê li kantonê destpê bike kir. Da ku rê li pêşiya pêkhatina şewatan di nav hilberînan de bigire. Ji bo wê jî Komîteya Destwerdana Lezgîn li tevahiya navçe, bajarok û gundên girêdayî kantonê ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA