Şandeyek ewropî bi Hefter re civiya

Şandeyek ji şêwirmend û sefîrên dewletên Fransa, Îtalya û Almanyayê serdana Fermandarê Giştî yê artêşa Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter kir.

Şandeyek ewropî bi Hefter re civiya
3 adar, 2020   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Fermandariya Gitşî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de hate gotin, şandeyek ji şêwirmendên serokê Fransayê, şêwirmedên siyasî yê serokweîzrê Îtalyayê, Serokwezîra Almanya  Angela Merkel û sefîrên van welatan serdana Lîbyayê kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şande bi Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê re geşedanên siyasî û leşkerî gotûbêj kirin, her wiha rola fermandariyê di tunekirina milîsan û komên terorîst de destnîşan kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku "Şandeyê girîngiya ewlehiya Lîbyayê ji bo dewletên herêmê re destsnîşan kir û nêrîna fermandairya giştî ya ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê guhdar kir. Her wiha girîngiya pêkanîna aştî û aramiyê û veguhestinek ber bi pêvajoyeke dayîm ber bi xeta demokrasî, serweriya qanûn û avakirina dewleta saziyan destnîşan kirin."

Xelîfe Hefet anî ziman ku hemû însyatîfên hatine pêşniyarkirin dê pêştî tunekirina milîsên terorê yên ku rêz ji peymanên agirbestê re negirtin û niha cihên sivîlan ên li Terablusê topbaran dikin, pêk werin.