Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin

Şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê diyar kirin ku şewata ku li  girava Îmraliyê ne bûyereke ji rêzê ye û gotin: "Ev şewat parçeyek ji rewşa rageşî û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ku ji zêdetirî 21 sal in dewam dike."

Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
Şêniyên Til Hemîsê û Til Birakê bêdengiya dewleta Tirk a li ser şewata Îmraliyê şermezar kirin
3 adar, 2020   14:40
TIL HEMÎS

Endamên meclisên navçeya Til Hemîsê, şaredarî û saziyên Rêveberiya Xweser tevî şêniyên navçeyê û gundewarên wê li pêşiya meclisa navçeyê kom bûn, da ku beşdarî meşekê ji bo şermezarkirina tercîda li ser rêber Ocalan, bêdengiya navneteweyî û ne eşkerekirina dateyên şewata Îmraliyê û rewşa Ocalan, bibin.

Di meşê de bi hezaran şêniyên navçeyê bi yek dengî dirûşmeya "Bi can, bi xwîn, em bi te re ne Ocalan" berz kirin. Her wiha redkirina kiryarên dewleta Tirk û sûcên ku li dijî mirovahiyê û rêberê mirovahiyê Ocalan pêk tîne, nîşan dan.

Meşvanên ku ji pêşiya meclisa navçeyê dest bi meşê kirin û di kolana sereke re geriyan, pankertên bi nivîsên "Azadî ji bo rêber Ocalan", "Em daxwaza serdana parêzeran ji bo Îmraliyê dikin" û "Destên ku dirêjî rêbertî bibin, em ê bişkînin" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, rakirin.

Meş li qada Şehîdan a li navrasta navçeyê sekinî. Li wir endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Cewza El-Hasûd sûcên dewleta Tirk a dagirker, şermezar kir û banga eşkerekirina çarenûsa rêber Ocalan kir û wiha got: "Bêdengiya civaka navnetewî der barê bûyerên li Îmraliyê, dayîna çireya kesk ji bo Erdogan e da ku sûcên din pêk bîne û rewşa Ocalan eşkere neke."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiwêr destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan rastî komployeke din tê û wiha da zanîn: "Dewleta Tirk bi girtina Ocalan têr nebû. Îro me agahiya derketina şewatê li Îmraliyê bihîstin. Ev şewat ji xwe berê derneket, lê belê bi destê kesan hat pêxistin."

TIL BIRAK

Bi heman armancê, bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê û gundewarên wê meşeke li dar xistin. Meş ji pêşiya dergeha başûr a ketina nevçeyê dest pê kir. meşvanan ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan xwestin ku daxwazên wan di ber çavan re bigirin û rastiya şewata li Îmraliyê û rewşa rêber Abdullah Ocalan, eşkere bike.

Meşvan di kolana sereke re meşiya û pankertên bi nivîsên "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", "Em daxwaza serdana parêzeran ji bo Îmraliyê dikin" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, rakirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya. Li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid El-Ilêwî siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û daxuyand ku ew berdewama sûcên Osmaniyan li dijî gelan e û wiha got: "Şewata ku li Îmraliyê derketiye ne bûyereke ji rêzê ye, lê belê parçeyekî rewşa rageşiyê û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku ji zêdetirî 21 salan de dewam dike."

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uwYSligoa0g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>