Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê zêde bû, Rûsya behsa koçberkirina Kurdan dike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bi kêmanî 385 hezar kes ku piraniya wan Kurd in ji ber êrişên Tirkiyê yên li sere Sûriyê ji malên xwe derketin.

Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê zêde bû, Rûsya behsa koçberkirina Kurdan dike
3 adar, 2020   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyê got: "Ji ber desteserkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkan ve 250 hezar kes ku piraniya wan Kurd in neçar man ji herêmê derkevin."

Serokê Navenda Lihevanînê her wiha anî ziman ku "Daxuyanî û rexneyên ji aliyê nûnerên Komara Tirk, dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li dijî fermandariya Sûriyê û Rûsya yên girêdayî belavbûna bi milyonan penaber û aloziya Sûriyê ya ji ber gûrbûna rewşa li herêma Idlibê bê bingeh in."

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi domdarî got:"Di vê demê agahî hatin qeydkirin piştrast dikin ku derdora 35 hezar niştecihên herêmê ji herêmê şer derketin û derbasî axa Tirkiyê bûne (Malbatên çekdarên terorîst an ku Heyet Tehrîr El-Şam)"

Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê piştî gûrbûna rewşa li Idlibê zêde bûn.

Di encama lihevkirinên Tirkiyê, Rûsya û DYA‘yê yên di çarçoveya civînên Astanayê de herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.