Piştî rûxandina balafira şer a rejîmê... rejîmê droneke Tirkiyê xiste xwarê

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rejîma Sûriyê daxuyand ku rejîma Sûriyê droneke artêşa dewleta Tirk li derdora Seraqibê xiste xwarê. Lê beriya wê jî bi çend saetan balafireke şer a rejîmê li Idlibê hatibû xistin.

Piştî rûxandina balafira şer a rejîmê... rejîmê droneke Tirkiyê xiste xwarê
3 adar, 2020   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanas SANA ya girêdayî rejîmê wiha ragihand: "Yekîneyên artêşê droneke hêzên rejîma Tirkiyê li dijî derdora Seraqib a bejahiyên başûrê rojhilatê Idlibê xiste xwarê."

Têkildarî mijarê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama hedefgirtina balafirên şer ên dewleta Tirk li asîma Cebel El-Zawiyê ya balafira rejîmê, çeteyan cenazeyê pîlotê hêzên rejîmê li derdora herêma Dêr Sinbul dît.

Ev pêşdeçûn jî bi rasthatina amadekariya civînên Rûsya, Tirkiyê û Îranê yên der barê Idlibê de di çend rojên pêş de pêk tên.

(fr)