5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû

5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya herêma Cizîrê piştî belavkirina xelatan û şûde bi dawî bû.

5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê bi daw bû
2 adar, 2020   17:18
QAMIŞLO

5‘emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ya herêma Cizîrê du bi dirûşmeya "Jin rehjena çandê ye" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Mîhrîcan bi armanca pêşxistina behreyên jinan di warê çand, huner û wêjeyê de û xurtkirina têkiliyan di navbera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rabîteya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê tê lidarxistin.

Mîhrîcan di roja duyemîn de bi beşdarbûan bi sedan kesî bi dawî bû. Helbestvan Efaf Heskê du helbest xwendin. Koma Sarya Baran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn şanoya xwe ya bi navê "Qêrîn" pêşand.

Di mîhrîcanê de helbestvan Meryem Temir pirtûka xwe ya bi navê "Kulîlk di devê şer de" îmze kir. Pirtûk bi zimanê erebî ye, behsa rewşa jiyanî di nava şerê li Sûriyê rû dide, bi taybet rewşa jin û zarokan dike.

Piştre Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rabîteya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê xelat li beşdarên mîhrîcanê belav kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de beşdaran di hola pêşangeha alavên folklorî geriyan.

ANHA