Îsal cara sêyemîn e li Îsraîlê hilbijartin pêk tê

Bi armanca avakirina hikumeta Îsraîlê ya nû, hilbijartinan dest pê kir. Vê sibê sendoqên dengdayînê li pêşberî îsraîliyan hatin vekirin, her wiha Îsraîlê deriyên bi Xeza û Dufa El-Xerbiyê re jî girtin.

Îsal cara sêyemîn e li Îsraîlê hilbijartin pêk tê
2 adar, 2020   12:38
XEZA

Dezgehên çapemaniya Îsraîlê da zanîn ku hilbijartinên 23`yemîn ên meclisa Îsraîlê xwedan 29 navnîşanan e, di nav de 2 partiyên mezin cihê xwe digirin, ew jî ev in; Partiya Likud a ku Benjamin Netanyahu serkêşiya wê dike û Alkol Lavan ku Benny Gantz serokê wê ye.

Li Îsraîlê îsal cara 3’yan e hilbijartin pêk tên û niha jî partiyên heyî li ser 120 kursiyên meclisê (Knesset) rikeberiyê dikin. Dezgehên çapemeniyê ragihand ku tê payîn ku 9 partî bi ser bikevin lê partiyên din hêviya serketinê tune ye.

Piştî ku isbata zêdetirî 5 hezar Îsraîlî li odeya tenduristiyê ne, aliyên Îsraîlê ji tirsa vîrusa Koronayê newêrin dengên xwe bidin, ji ber vê yekê ew ê li bin konên taybet ên li kêleka bajarên xwe dengê xwe bidin û nêzî kesên din bibin.

Çavdêr dibînin ku hilbijartinên nû dê ji yên berê baştir nebe û kamp nikarin bi tena xwe hikumetekê ava bikin, her dem pêwîstiya xwe bi komên dîtir dibînin.

Dezgehên çapemeniyê yên din jî texmîn dikin ku partiya Likud dê zêdetirî partiya Ebyet-Ezreq dengan wergire.

Her wiha nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku ji ber hilbijartinan artêşa Îsraîlê ji vê sibê heta dawiya şevê, biryara girtina deriyên Dufa El-Xerbiyê û Xezayê da.

(eh)