Li Tirbespiyê 2 xebatkarên kehrebeyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo dema ku xebatkaran toreyên kehrebeyê sererast dikir, 2 xebatkarên Gerînendetiya Kehrebeyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li Tirbespiyê 2 xebatkarên kehrebeyê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû
2 adar, 2020   10:58
QAMIŞLO

Îro li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo dema werşeyên sererastkirinê pirsgirêka kehrebeyê ya li ser Rêya Siyahî ya bakurê navçeyê sererast dikir, 2 xebatkaran di encama kehrebegirtinê de jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Xebatkarên bi navên Rênas Qasim û Sehil El-Berho jiyana xwe ji dest da û Mehmûd El-Nasir birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Qamişlo.

(bx)

ANHA