Ji Îranê: Bersiva şerê li Idlibê rêgeha Astanayê ye

Îranê îro ragihand ku “rêgeha Astanayê bersiva aloziya Idlibê ye” ku civîna serokê Rûsyayê û serokkomarê Tirkiyê di rojevê de ye.

Ji Îranê: Bersiva şerê li Idlibê rêgeha Astanayê ye
2 adar, 2020   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Elî Rebîî anî ziman ku têkildarî çareseriya rewşa Idlibê, Tehran “rêgeha Astanayê” wek xurttirîn çareserî dibîne. Rebîî got Tehran baweriya xwe bi çareseriyên siyasî tîne û wiha pê de çû: "Em hewl didin bi rêya lidarxistina civînên sêalî yên rêgeha Astanayê, şerê li Idlibê sivik bikin."

Îranê dema şerê li Idlibê ser du rêgehan tev geriya; ya yekemîn ew e ku bi rêya peywendiyên bi Rûsya û dewleta Tirk re rêgeha Astanayê biparêze û ya duyemîn  jî li Idlibê li hemberî pêşdeçûna Tirkiyê û çeteyên wê bisekine. Hejmareke hêzên Îranê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de hatin kuştin.

Duh Navenda Şêwirmendiyêya Îranê ya li Sûriyê hêzên dewleta Tirk hişyar kirin ku ew di bin çavdêriya hêzên Îranê de ne û dikarin tolê hilînin.

Di heman çarçoveyê de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got ew ê 5’ê vê mehê serdana Rûsyayê bike.

Li aliyekî din jî Rûsyayê di demên derbasbûyî de nedixwest bi serokkomarê Tirkiyê re civînan li dar bixe.

(eh)