Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan: Mîhrîcanê derfet ji me re çêkir

Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan kêfxweşiya xwe der barê pêşkêşkirina karên xwe de anî ziman û piştrast kir ku mîhrîcanê derî li pêş derfeta pêşkêşkirina berhemên wan ên kevn vekir.

Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan: Mîhrîcanê derfet ji me re çêkir
Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan: Mîhrîcanê derfet ji me re çêkir
Beşdarên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan: Mîhrîcanê derfet ji me re çêkir
2 adar, 2020   12:05
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM-SILAVA ABDUREHMAN

Duh xebatên Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan a 5’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Jin dilê çandê ye" dest pê kir. Mîhrîcan bi armanca pêşdeçûn û teşwîqkirina jinan ji aliyên çandî, hunerî, wêjeyî û afirînerî, her wiha xurtkirina têkiliya jinên ji tevahî pêkhateyan, li dar ket.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berhemên xwe yên nivîskî û destkariyan beşdarî mîhrîcanê bûn.

 Jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûne, destkariyên xwe pêşkêş kirin, her wiha cilên folklorîk ên li xwe kiribûn. 2 jin ji navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Hesekê (70) hê jî heta niha di çêkirina xaliyan de ku ji mezinên xwe wergirtine, dixebitin.

Meryem Mihemed ji gundê Belqîs ê navçeya Til Hemîs e, bi destkariya xwe ya xaliyan beşdarî mîhrîcanê bû û wiha got: "Spasiya komîteya amadekar a a mîhrîcanê dikim ku vexwendame ji me re şandiye da ku em beşdarî vê mîhrîcanê bibin.”

Meryem destnîşan kir ku cara yekemîn e ku beşdarî mîhrîcanê dibe. Der barê çêkirina tevnan de jî Meryem wiha da zanîn: "Ji 15 saliya xwe de li ser rêça dayika xwe di çêkirina tevnan de dixebitim. Ev mîhrîcanên hanê çavkaniya serbilindî û kêfxweşiyê ne ku berhemên xwe ku ji salan ve çêdikim, tê de pêşkêş bikim. Min tevahî jin teşwîq kirin ku beşdarî vê mîhrîcanê bibin da ku mîrasên xwe ji windabûnê biparêzin."

Şêxe Ehmed Xidêr ji navçeya Til Hemîsê ye û kêfxweşiya xwe der heqê beşdariya Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan de anî ziman û wiha axivî: "Dema ku min ji rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê bihîst ku dê beşdarî mîhrîcanê bibim, kêfxweşiya min nedihat wesifandin."

Şêxe wiha domand: "Ne ji teşwîqkirina Rêveberiya Jinan a xebitandina çêkirina xaliyan bûya, îro beşdarî mîhrîcanê nedibûm."

Li dawiyê Şêxe got ew jinan li Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê fêr dike û teşwîqî parastinê mîraseyan dike.

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xQp4SoMR_9w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>