Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike

Şêniyê bi navê Besam El-Sin hem şêwekar e û hem jî peykeran çêdike. El-Sin wek hobî dest bi kar kir, piştre tê de bû pispor. Êdî peykeran çêdike û di nava sûkan de difiroşe.

Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
Behreya xwe bi pêş xist û niha pê debara xwe dike
2 adar, 2020   08:15
ŞEHBA-MIZGÎN HEMO

Besam El-Sin ji şêniyên navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê ye. Besam destpêkê bi rêya malperan dest bi karê xwe kir. Piştre lêkolînên zêde kirin heta behreya xwe bi pêş xist.

Di destpêka 2019`an de dest bi kar kir, bi pêş ket û behreya xwe veguherand pîşeyekê. Piştî ku hinek peyker bi hicimên cuda çêkirin, destê wî diçe ser pîşeyê û êdî tê de dibe pispor.

Girêdayî wê El-Sin dibêje di destpêkê de şiklek an jî peykerek zêdetirî carekê çêdikir, ji ber ku tê de ne pispor bû. Lê bi demê re destê wî diçe ser kar. Têkildarî astengiyên rastî wî tên got: "Di zivistanê de ji ber şiliyê peyker zû zuha nabin. Lê di havînê de germahî guncaw e û peyker zû zuha dibin. Ev miqdara hilberînê zêde dike."

Piştî ku peyker zuha dibe, El-Sin li ser wê xêz dike yan jî teşeya wê diguherîne. Piştî ku şiklê dixwaze peyda dike, di nav sûkan de difiroşe. Berhemên wî bi awayekî mezin ji şitilgehan re li bajarê Helebê têne firotin.

Girêdayî wê El-Sin dibêje: "Destpêkê min kûzik ji bo çandina kulîlkan çêdikirin. Piştre karê min bi pêş ket, êdî ez miqdarên mezin çêdikim. Dişînim Helebê û li wir di nav sûkan de bi bihayên guncaw ji 800 lîreyên Sûriyê heya 5 hezar lîreyên Sûriyê li gorî hicimê û berhemê difiroşim."

El-Sin di nav gotinên xwe de got: "Karê min yê bingehîn tevn bû. Çêkirina peykaran jî behre bû. Qalibên ez bi kar tînim kevn in û ne lazim in. Bi rêya înternetê min behreya xwe bi pêş xist. Çêkirina peykeran li hember veqetandina rengan û boyaxkirina peykeran hêsan dimîne. Divê boyax li gorî xwestek û zewqa mizextker be. "

Têkildarî hicimên peykerên çêdike El-Sin got:"Peykera herî biçûk ku çêdikin mirov dikare cureyek ji Sebar tê de biçîne. Gele hecên cuda hene. Peykerên ez çêdikim, dişînim Helebê. Ji ber ku li wir gelek tê xwestin. Lê li vir kantona Şehbayê daxwaza wê kêm e. Ji ber ku rewşa kantonê ne aram e. Her wiha piraniya niştecihên herêmê ji kantona Efrînê ne."

Di dawiyê de Besam El-Sin got: "Ruxmî ku daxwaz li bajarê Helebê li ser berhemên min pir e, lê ji ber dorpêçê û bendên kontrolê yên pir ez zehmetiyan di şandina wan de dikişinim, ji ber ku dibe di rê de bişikên."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gYWvda3pb3U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>