SOHR: Rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê Seraqib kontrol kir

Piştî 4 rojan ji serweriya çeteyên Tirkiyê li ser Seraqibê, hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê bajarokê Seraqib serwer kir.

SOHR: Rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê Seraqib kontrol kir
2 adar, 2020   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hîn jî li eniyên bejahiya Idlibê, di navbera komên çete ku dewleta Tirk bi tankan piştgiriya wan dike û hêzên rejîmê de şerekî dijwar diqewime. Hêzên artêşa Tirk a dagirker bi moşekan êriş dikin û Rûsya jî bi balafirên şer bombebaran dike.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên rejîmê bi piştgiriya Rûsyayê bajarê Seraqibê ku dikeve ser rêya Şam-Helebê kontrol kir.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyona leşkerî ya bi nave "Dira El-Rebî" kiriye, lê dîsa jî hêzên rejîmê bi pêş de çûn.

Duh piştî 2 balafirên rejîmê xistin xwarê, şerê di navbera rejîmê û artêşa Tirk û çeteyên wê de giran bû.Hêzên rejîmê duh piştî xistina balafirên xwe, qada hewayî ya Idlibê li ber balafiran girt.

Têkildarî rewşa Idlibê, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bendewarê civîna li gel serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a li Moskovê ye, lê duh Rûsyayê îşaret bi berdewama şerê li dijî terorê kir û ji îro û şûn ve ew garantiya derketina balafirên dewleta Tirk li asîmanê Sûriyê nadin.

(eh)