Rêxistineke xwecihî banga kampa Girê Spî bersivand

Rêxistina Alîkar û Geşkirinê ya Rojava 68 paketên xwarinê li koçberên kampa Girê Spî belav kirin.

Rêxistineke xwecihî banga kampa Girê Spî bersivand
Rêxistineke xwecihî banga kampa Girê Spî bersivand
Rêxistineke xwecihî banga kampa Girê Spî bersivand
Rêxistineke xwecihî banga kampa Girê Spî bersivand
2 adar, 2020   06:44
EYN ÎSA

Rêxistina Alîkar û Geşkirinê ya Rojava banga Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî bersivand, 68 paketên xwarinê li koçberan belav kirin.

Madeyên ku hatin belavkirin ji "Zeyt, şekir, beqle û madeyên din ên serek e" pêk tên.

Li gorî rêveberên rêxistinê  destpêkê alîkar li koçberên nû yên ji gundên rojava û başûrê kantona Girê Spî, tên belavkirin.

Rêveberan diyar kir ku dê di vê hefteyê de dê paketên xwarinê li tevahî koçberên li kampê werin belavkirin.

Her wiha destnîşan kir ku dê di nava 3 mehên bê de Adar, Nîsan û Gulan alîkarî werin belavkirin.

Hejmara koçberên di kampa koçberên Girê Spî de gihişt 2 hezar û 300 koçberî. Di demên dawî de zêdeyî 50 malbat ji gundên Hurya û Fatsa ku bêserûber ji aliyê artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê ve tên topbarankirin derbasî kampê bûn.

ANHA