ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 -03-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 -03-2020
2 adar, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi armanca ku agahî li ser  rewşa tenuristî ya Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, wê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn li navçeya Til Birakê lidar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tirkiye hewl dide bi tevahiya rêbazan zextê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Piştî êrişên hovane û koçberkirina bi sed hezaran, vê carê artêşa Tirk a dagirker ava vexwarinê li ser bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê qut kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Şêrawa ya Efrînê dibistan hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava 68 paketên xwarinê li koçberên kampa Girê Spî belav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Vîrûsa Korona (Covîd-19) gihişt dewletên cîranê Sûriyê. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di metirsiyê de ku ev vîrûs li herêmê jî belav bibe. Girtek û tedbîrên ku Desteya Tenduristiyê li dijî vê vîrûsê girtine çi ne? Ku hebin jî têrê dikin an na? (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di raporên rêxistinên navneteweyî de behsa binpêkirinên hikumeta Tirk ên li dijî dijberên wê têne kirin. Li ser kesekî nayê veşartin ku gelek bûyerên kuştinê bi awayekî veşartî li dijî hinek rojnameger  û kesayetên xwedî fikr pêk hatine. Nêrînên wan ji perspektîfên rejîma Tirkiyê û siyaseta wê ya dîktatorî cuda ne. Yek ji mînakên berçav jî rewşa têkoşerê navnetewî Abdullah Ocalan e. Di girtîgeha tekekesî li giravek dûr de, yek ji rêbazên li dijî ronakbîrê mezin tê kirin e. Gelo çima dewleta Tirk van zextan li Ocalan dike û sedem çi ne?

JIN

-Mîhrîcana 5‘emîn a Wêne û Hunera Jin di roja duyemîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişli didome, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Minbicê der barê Roja jinan a Cîhanê de semînerekê li hola Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên bajarê Hesekê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker nikare vîna azad a ciwanan bişkîne. Em ê çalakiyan bidomînin heta agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

Şêniyê bi navê Besam El-Sin di şêwekarî û çêkirina peykeran de dixebite. El-Sin herî zêde gul û kulîlkên bêhn xweş çêdike. Di çêkirina wan peykaran de amûrên besît bikar tîne. El-Sin wek behre dest bi kar kir, piştre tê de bû pispor. Êdî peykeran çêdike û di nava sûkan de dişroşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA