Yek ji rêbazên zilma dewleta Tirk; qutkirina ava vexwarinê

Tirkiye hewl dide bi tevahiya rêbazan zextê li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Piştî êrişên hovane û koçberkirina bi sed hezaran, vê carê artêşa Tirk a dagirker ava vexwarinê li ser bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê qut kir.

Yek ji rêbazên zilma dewleta Tirk; qutkirina ava vexwarinê
2 adar, 2020   05:35
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Ji destpêka çîrûska Şoreşa Rojava ve, Tirkiye hewl dide bi tevahiya rêbazan projeya demokratîk a herêmê têk bibe.

DEWLETA TIRK NEKARÎ ŞOREŞA GEL TÊK BIBE

Dewleta Tirk nikarî vîna gelê şoreşger têk bibe. Tevî ku çek da komên çete yên wek Cebhet El-Nusra, “Artêşa Azad” û DAIŞ`ê. Tirkiyê ev çete li ser sînorên xwe bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kom kirin. Lê ji ber berxwedana gelê herêmê li dijî wan, nikarî siyasetên Tirkiyê derbasî herêmê bikin.

Piştre artêşa Tirk a dagirker bi awayekî yekser mudexele kir. Leşker û çeteyên xwe şandin ji bo ku bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, şerê şêniyan bikin û şoreşa wan têk bibin. 

Di destpêkê de li gel bêdengiya navneteweyî û piştgiriya hinek hêzên herêmî  Efrînê dagir kir. Komkujî li dijî şêniyên wê pêk anî. Tirkiyê hewl da qada dagirkirinê fireh bike. Ji ber wê di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encamê de bajarên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û bi sed hezaran şêniyên wê da koçber kirin.

Ji destpêkê ve Tirkiye hewl dide destkeftiyên şoreşê têk bibe. Ji ber ku dizane her projeyek demokratîk li herêmê xizmeta têgeha yek neteweyî nake. Dê li ser pergala wê ya dîktetorî xeter be.

DESTPÊKÊ AVA BENDAV Û ÇEMAN QUT KIR Û ŞERÊ NE YEKSER

Di meha Nîsana 2018`an de Tirkiyê avên bendavên Firat û Hiriye li başûr û rojhilatê bajarê Tebqayê qut kir. Ji ber wê av li ser bi deh hezaran şêniyên herêmî yên ku zeviyên xwe bi rêya ava bendavan av didan qut bû.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hind El-Elî di sala borî de ji ajansa me re gotibû: “Ew şerê ne yekser e. Tirkiye bi rêya wî şerî hewl dide destkeftiyên gelên herêmê têk bibe. Bi deh hezaran şêniyên herêmê bi rêya qutkirina ava Firatê aciz dike.”

Li gorî qanûnên navneteweyî pêwîst e avên ku di gelek welatan re derbas dibin bi awayek wekhev werin parvekirin.  Ava çemê Firatê ji Tirkiyê diherike, di Sûriyê re derbas dibe û li Iraqê bidawî dibe.

Çemê Firatê ava vexwarinê ji milyonan mirovan re peyda dike. Ji parêzgeha Dêrazorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Reqa û Tebqa li navîna Sûriy heya bigihêje parêzgeha Helebê li bakur rojavayê Sûriyê.

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Belîx ê ku di kantona Girê Spî re derbas dibe, beriya dagirkirina bajêr di sala 2018`an de qut kir. Ev çem bi hezaran hiktar ji zeviyên çandiniyê li bakurê Sûriyê ava dide. 

Çemê Belîx duyemîn girîngtirîn çemê Sûriyê ye. Cotkarên gundewarên bakur û rojhilatê Reqayê û bajarê Girê Spî û tevahiya gundewarê wê zeviyên xwe bi rêya çemê av didin.

Dewleta Tirk gelek proje li ser çemê ji bo avdana zeviyan li aliyê Tirkiyê ava kirin û ava wî kom kir. Ji ber wê ava çem li aliyê Sûriyê qut bû.

STASYONA ELÛK.. TIRKIYE BI RÊYA QUTKIRINA AVÊ HEWL DIDE ŞÊNIYAN BIDE KOÇBERKIRIN

Piştî ku Tirkiyê êrişî bajarê Serêkaniyê kir, stasyona Elûk a ku dikeve rojhilatê gundewarê bajarê Serêkaniyê topbaran kir. Ji ber wê heya zêdetirî ji xizmetê derket û av li ser zêdetirî 500 sivîlên bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê qut bû. Ji aliyekî din ve Rêveberiya Xweser hişyarî dabû ku wê ji ber wê kerasetek rû bide.

Hêzên Rûsyayê gelek caran çûn stasyonê da ku kermand karibin biçin wir û stasyonê bixebitînin. Lê ji hêla artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin. Lê werşeyên sererastkirinê xwe gihandin stasyonê. 23 bîr ji bingeha 30 bîr li stasyonê sererast kirin.

Di 24`ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker karmend ji stasyonê derxistin û stasyon rawestand. Bi vê yekê av li ser bajarê hesekê qut kir. Ji ber wê aloziyek mirovî mezin li bajêr çê bû.

Girêdayî mijarê hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got: “Kiryarên Tirkiyê îsbat dikin ku planek nû ji bo koçberkirina şêniyan heye. Tirkiyê bi rêya avê şerê şêniyan dike.”

Gerînendeya Avê bi Xaça navneteweyî, UNICEF û NY`î civiya ji bo ku artêşa Tirk a dagirker mecbûr bikin stasyonê carek din bixebitîne.

Hêzên Sûriya Demokratîk ji bingeha parastina şêniyan û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê alavên xwe ji navendên leşkerî kişandin û kirin xizmeta Şaredariya Gel a Hesekê da ku avê li şêniyan belav bikin.

(şx)

ANHA