Xelkê Helebê îro jî li qadan bû

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşekê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin ew ê çalakiyan ranewestînin heta agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
Xelkê Helebê îro jî li qadan bû
1 adar, 2020   16:36
HELEB

Şêniyên beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek lidar xist û bang kir ku divê bi lez hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin û rewşa tenduristî ya Ocalan were eşkekirin.

Girse ji qada Geraca Efrîn a taxê dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Rêber me jiyana me ye..Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li ser Rêber Apo têk bibin" hatin hildan û bê navber dirûşmeyên azadiya Ocalan hatin berzkirin.

Meş li qada Rêber Ocalan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Serokatî ya MSD‘ê Mirî Şiblî axivî û bal kişand ser kiryarên dermirovî ku hikûmeta AKP‘ê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Şiblî soz da ku dê ser fikir û ramanê Ocalan bimeşin û got: "Ji ber ku Ocalan rêya azadî û demokrasiyê ji me re xêz kir. Bi fikir û felsefeya wî em ê biser bikevin û hemû komployên faşîzma Tirk biser bikevin."

Endama Meclisa Şehîd Şîlan a beşê rojhilatê taxê Gulîstan Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku biçin girava Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan bikin û rewşa wî ya tenduristiyê eşkere bike û bi lez tecrîda li ser wî rake.

Mîtîng bi dirûşmeyên banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ElJzTxwf1iw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>