‘Bi armanca şikandina vîna Ocalan şewat li Îmraliyê derxistin‘

Parêzer û hiqûqnasên li bajarê Reqayê bêdengiya dewleta Tirk a li hember rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî bûyera şewatê li Îmraliyê şermezar kir.

‘Bi armanca şikandina vîna Ocalan şewat li Îmraliyê derxistin‘
1 adar, 2020   16:35
REQA

Parêzer û hiqûqnasên bajarê Reqayê girêdayî bûyera şewatê li Îmraliyê û çaranûsa Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Mişleb Tirkan daxuyanî xwend.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de gotin: "Piştî geşedan û pêşketinên li ser qada Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê bi taybet wek karmendên warê hiqûqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em teqez dikin kirinên dewleta Osmanî ya Erdoganî û komên faşîst ji êriş û komkujiyên hovane li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Idlibê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ev sûc bi erêkirina navneteweyî li dijî gelê Sûriyê pêk hatin. Cîhanê êdî ker û kor bûye. Ji ber ku bûyerên qetilkirin û binpkirinên rojane yên dewleta Osmanî û komên wê yên terorîst nabîne."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şewat li girava Îmraliyê pêk hat bi zanabûn e," Tirkiyê bi vê yekê dixwaze vîna Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî tune bike, bi taybet Piştî ku nikarî rê li pêşiya belavbûna fikrê neteweya demokratîk û biratiya gelan bigire."

Her wiha hate diyarkirin ku fikrê Ocalan êdî bûye fikrek cîhanî, mînaka wê jî tecrubeya herêmên ku ji terorê ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatine rizgarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Osmanî ditirse ku ev tecrube belav bibe. Ji ber wê tecrîda girankirî didomîne û komployan pêk tîne. Wek parêzer em tevahiya cureyên êrişan, koçberî û komployên ku hikumeta Erdogan hewl dide li dijî gelên Sûriyê bi giştî û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pêk bîne şermezar dikin."

Di dawiyê de parêze û hiqûqnasan bang li NY û Konseya Ewlehiyê û dewletên di dosyaya Sûriyê de çalak in kir ku Tirkiyê ji axa Sûriyê û tevahiya terorîstan derxînin û zextê li desthilatên Tirkiyê bikin ji bo ku rewşa Rêber Abullah Ocalan eşkere bikin.

(şx)

ANHA