Kobanê du şehîdên xwe spartin axê

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanên hêzên taybet ên QSD‘ê Xemgîn û Dilbirîn  hatin veşartin.

Kobanê du şehîdên xwe spartin axê
Kobanê du şehîdên xwe spartin axê
Kobanê du şehîdên xwe spartin axê
Kobanê du şehîdên xwe spartin axê
Kobanê du şehîdên xwe spartin axê
1 adar, 2020   16:48
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Efrînê cenazeyê şervanên hêzên taybet ên QSD‘ê Mustefa Remî (Xemgîn Kobanê) û Edhem Fethî (Dilbirîn Kobanê) yên ku li gundewarên Dêrazorê di operasyonên li dijî şandeyên DAIŞ‘ê de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dîcla spartin axê.

Kerwanê cenaze li goristanê di nava dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û got: "Em banga jiyana azad û wekhev dikin. Em amade ne mafên xwe vegerînin ku ji aliyê dewletên desthilatdar ve di serî de dewleta Tirk ve hatiye binpêkirin. Ev tiştek bi fedekarî pêkan e."

Ferhan bang li ciwanên Kobanê kir ku ji komplo û planên dewletên dagirker ên li dijî herêmê hişyar bin.

Bi navê malbata şehîd Xemgîn, Îzet Hemo jî axivî û got: "Şehîd Xemgîn şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye, şehîd wekhevî û demokrasiyê ye. Em ê şehîdan bidin heta êrişên li ser herêmên me bi dawî bibe."

Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girse cenazeyên herdu şehîdan di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PG3-BhlwQkE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>