Şehîdê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Semîr li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan Semîr Asya (Aram Hesekê) li bajarê Hesekê hate veşartin.

1 adar, 2020   14:58
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryan (Semîr Asya) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat, ber bi goristana Şehîdên Suryan Asur a taxa Nasrayê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) destpê kir.

Bi navê Hêzên Sotoro Akad Hena axivî, sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û got, şehîd sembola serkeftin û rumetê ne, ji bo parastina welat berdêlên giranbuha dane.

Akad, soza parastina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan a Buroya Hesekê Ebîr Îlya jî axivî, sersaxî ji şervanên li eniyên şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest û rola şehîdan a parastina welat de destnîşan kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Armîn Mado di merasîmê de axivî, bal kişand ser berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan û destnîşan kir ku xwîne hemû pêkhateyan di ber vî welatî de tevlihev bûn.

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Stêla Murad nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Her wiha şehadeta şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan Zeyd Salih (Aryos Hesekê) û Hemze Mûsa (Sebro) hate ragihandin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Semîr Asya di nava diruşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

ANHA