Artêşa Tirk nuqteyên rejîm û Rûsya kirin hedef

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê  yên li bajarokê Arîme kirin hedef.

Artêşa Tirk nuqteyên rejîm û Rûsya kirin hedef
1 adar, 2020   14:45
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Arîme û gundên wê yên rojhilatê gundewarê bajarê Babê yên rizgarkirî bi top û moşekan kirin hedef.

Çavkaniyan ji ANHA‘yê re diyar kirin ku di encama topbaranê de sivîl birîndar bûne û hîn di bin enqazan de bêyî ku agahiyek girêdayî rewşa wan bêne bidestxistin.

Her wiha topbaran gihaşt nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê li wê herêmê yên ku li rex Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê belav bûne. Hinek top jî li nuqteya hêzên Rûsya ketin li nêzî rêya navneteweyî ya ku Minbic bi Babê ve girê dide. 

Li gorî çavkaniyan topbaran rawestîye.

(şx)

ANHA