Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê yekem kongerya xwe lidar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yekemîn kongreya li Reqayê li dar xist. Her wiha beşdaran piştrast kir ku divê çareyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bi sponseriya navdewletî were dîtin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê yekem kongerya xwe lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê yekem kongerya xwe lidar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê yekem kongerya xwe lidar xist
1 adar, 2020   14:06
REQA

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi diruşmeya"Sûriyeke demokratîk, ne navendî, xutkirina Rêveberiya Xweser...geşkirina QSD’ê" yekem kongreya xwe li hola El-Tac a bajarê Reqayê li dar xist.

Endamên saziyên sivîl, leşkerî, rûspî û şêxên eşîreyên Reqa her wiha endamên partiyê beşdarî kongre bûn.

Di kongreyê de ji rêveberên Meclisa Sivîl a Reqayê Qasim Mihemed wiha axivî:"Hêviyên gelê Sûriyê bi çareseriya siyasî heye. Niha jî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê vê yekê bi fikrên xwe dike da ku Sûriyeke nemerkezî, pirreng û demokratîk ava bike."

Paşê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û hevserokatiya meclisa sivîl a Reqayê prespaktîvên rêxistinî û siyasî yên partiyê xwendin. Her wiha destnîşan kir ku partiyê nûnertiya siyasî ya rast a gelê Sûriyê ku welatê wan bûye qada şerê herêmî û navdewletî girtiye ser milê xwe.

Leyla destnîşan kir ku pêwîstiya herêmê bi rêveberiyeke baş heye ku bawriya wan bi pir rengî û demokratiyê ji bo nûnertiya hemû pêkhateyan heye, parastina teybetmendiyên wan jî bike da ku civakê bi rê ve bibe.

Paşê rapora salane ya partiyê ji aliyê Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê û gundewarên wê ve Abdullah El-Şiblî hat xwendin. Di raporê de behsa dozên siyasî li qada Sûriyê, êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, şer û dozên ku her diçe kûrtir dibe, kir.

Her wiha deriyê hilbijartin li pêşiya beşdaran da ku endamên meclisa bajêr û serokê bajêr werin hilbijartin hat vekirin.  Ehmed El-Salim weke serokê meclisa bajêr hat erkdarkirin û 21 endamên ku nûnertiya meclisa bajêr bikin hatin diyarkirin.

Di dawiyê de Ehmed El-Salim daxuyaniya bidawîkirina kongreyê xwend û misogerî li ser pêşxistina partiyê, belavkirina fikrên wê li gorî xizmeta yekitiya xaka Sûriyê, kir.

Kongre bi piştrastkirina beşdaran ku divê çareyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bi sponseriya navdewletî were dîtin, bi dawî bû.

(bx)

ANHA