Li Efrînê kel û pel zêde buha bûne

Li aliyekî artêşa Tirk mal û milkên sivîlên Efrîna dagirkirî didizin û ji aliyekî ve jî rewşa debarê ji buhaya kel û pelan xerab dibe.

Li Efrînê kel û pel zêde buha bûne
1 adar, 2020   14:23
ŞEHBA-SÎMAF XELÎL

Ji 18 Çileya 2018`an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kiriye, hem gendelî derketiye holê û hem jî artêşa Tirk û komên pê ve girêdayî mal û milkên sivîlan talan dikin, niha jî ji ber buhaya kel û pelan rewşa debarê xerab bûye.

Çavkaniyekî ji ajnasa me re diyar kir, ku rewş kambaxtir bûye, derfetên kar li kantonê tune ne, ji ber artêşa Tirk dikanên bazirganiyê yên sivîlan girtine û deriyê rizqê xelkê pê re hate girtin.

Çavkanî piştrast kir, ku kel û pelên bazara Efrînê pir buha bûne mînaka vê yekê jî"Kîloya nan gihaştiye 500 lîreyên Sûriyê, şûşa gazê gihatşiye 10 hezar û 500 lîreya sûriyê, bermîlek mazota tirkî 140 dolar e an ku 150 hezar e û lîtreya benzînê jî 900 lîreya sûrî ye."

Têkildarî buhaya veguhastinê jî çavkanî wiha ragihand: "Ji gundê Terindê heta navenda bajarê Efrînê ku nêzî 3 km bi 1800 lîreya sûrî ye û ji Basûtê heta navenda bajêr bi 800 ye."

Lewma ajokar naxwazin kar bikin. Çavkanî bal kişand ser rewşa nan û wiha parve kir: "Ji ber buhaya kel û pelan madeya nan kêm e û li ber firnan qerbalix e."

Çavkanî diyar kir, ku şêniyên Efrînê giliyên xwe der barê buya kel, dizî û talaniya ku artêşa Tirk û çeteyên wê pêk tînin û pelan  de anî ziman.

(eh)