Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye

Protestovanên bajarê Qamişlo diyar kir ku gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye û ne pêkan e tu kes hebûna wî têk bibe.

Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye
Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye
Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye
Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye
Protestovan: Gelê azad bi fikr û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye
1 adar, 2020   13:58
QAMIŞLO

Çalakiyên şermezarkirina şewata li girtîgeha Îmraliyê ku di 27’ê vê Sibatê de pêk hatiye û bêdengiya desthilatên Tirkiyê der barê agahiyên li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

Di roja sêyemîn a protestoya li bajarê Qamişlo de, bi sedan şêniyên navçeya Tirbesiyê, nûnerên Kongre Star, Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Giştî ya PYD’yê beşdarî kona ku li pêş Komseriya NY’yê hatiye vedan, bûn.

Şêniyan diruşmên bijî berxwedana rêber Ocalan û bê seroka jiyan nabe, berz dan.

Di bin kon de endama rêveber a Kongre Star Asya Cuma axivî û tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir û wiha da zanîn: "Dewleta Tirk ji belavbûna fikra rêber Ocalan tevî ku di nav çar dîwaran de girtiye jî, metirsîdar e."

Asya Cuma wiha piştrast kir: "Gelê azad bi fikir û felsefeya rêbertî ve girêdayî ye, ne pêkan e tu kes hebûna wî têk bibe, her wiha soza berdewama berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker da."

Ji aliyê xwe ve jî endama Meclisa Giştî ya PYD’yê Fensa Husên wiha destnîşan kir: "Li ser fikr û felsefeya Ocalan berdewam in û dê heta şikandina tecrîd û bihîstina agahiyên li ser tenduristiya rêbertî li ber xwe bidin."

Protestovanan bi rêya diruşmên xwe Erdogan û siyaseta wî şermezar kir.

Hê çalakiyên konvedanê bi axaftina ji hêla şêniyên beşdarî bin konê bûne, berdewam e.

(fr)

ANHA