Li Çilaxa meşa ji bo eşkerekirina tenduristiya Ocalan

Şêniyên bajarokê Til Koçer û navçeya Çilaxa piştrast kir ku ew di berxwedanê de heta eşkerekirina tenduristiya Ocalan bi israr in û her wiha parêzer hevdîtinê bi wî re pêk bînin.

Li Çilaxa meşa ji bo eşkerekirina tenduristiya Ocalan
Li Çilaxa meşa ji bo eşkerekirina tenduristiya Ocalan
Li Çilaxa meşa ji bo eşkerekirina tenduristiya Ocalan
Li Çilaxa meşa ji bo eşkerekirina tenduristiya Ocalan
1 adar, 2020   13:47
QAMIŞLO

Bi hezeran şêniyên bajarokê Til Koçer û navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo parêzerên wî karibin hevdîtinê bi wî re pêk bînin, daketin qadan.

Meş ji Qada Azadî ya navçeya Til Koçerê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serketin e" hatin hildan.

Meş li navenda navçeyê veguherî mêtîngê. Di mêtîngê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed axivî û got:"Em komploya navnetewî ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Her wiha ji tevahî cîhanê re dibêjin, em şagirtin rêber Ocalan in. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin."

Mihemed îşaret bi projeya neteweya demokratîk kir û ev tişt anî ziman:"Em îro bi felsefeya rêberê xwe dijîn. Bi saya firkên wî û projeya neteweya demokratîk em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketin."

Mihemed di dawiya axaftina xwe de pişterast kir ku heta derfetê bidin parêzerên rêber Ocalan û rewşa tenduristsiya wî were diyarkirin ew dê berxwedana xwe dewam bikin.

Mêtîng bi dirûşmên şermezarkirina hikumeta Tirk û bilindkirina asta berxwedanê bi dawî bû.

(bx)

ANHA