ANHA, li kêleka berxwedanê di nava berxwedanê de bû

ANHA, li kêleka berxwedanê di nava berxwedanê de bû
1 adar, 2020   11:07
KEMAL NECIM

Pir diyar e ku rewşa cîhana me ne aram e, mirovahî jî êş û azarê giran dikşîne. di pêvajoyên dîrokê de her tim çînên jêr û civakên hejar bûne alava pêkanîna daxwaz û ferman û çavnebariya desthilatdaran, lê rewşa îroyîn dibe ku ji hemû pêvajoyên dîrokê cudatir be, tê dîtin ku çawa hêzên desthilatdar ên cîhanê bi saya hêza pere û aboriyê, hêza tekonlogiya çekirinê û hêza alavaên ragihandinê, hovane û har bûye. Li aliyê din jî civaka mirovan, bindest û hejaran bê deng, bê biryar û bê ziman hatiye hikştin. Di roja îroyîn de civaka mirovahiyê di guhên ker de diqîre, dîmenên kuştin û mirin û şewitandina mirovan êdî mîna ku li pêşberî çavên kor in, nayên dîtin, ne jî wijdanan dilivîne.

Gelo çima? Ji ber ku cîhana desthilatdar destên xwe daniye ser çav û guh û zimanê civaka mirovan, ango destên xwe daniye ser saziya ragihandinê, civak jî bê ziman û bê parastin û deng hiştiye. Eger ji bo xizmeta berjewendî û ideolojiya wan de be, cîhana desthilatdar dikare dengê giriyê zarokekî sêwî li devereke cîhanê pir berz bike, bighîne hemû aliyên cîhanê û bi milyonan kesan jî pêre bigiriyêne, lê eger ne li gorî wan berjwendiyan be, qîrên û wêne û dîmenên bi dehan zarokên ku li ber çavan têne şewitandin jî, nayên dîtin, nayên bîhîstin û nayên gotin. Mixabin em nifşê cîhaneke wiha ne…!!

Bijarteya civakan her berxwedan e

Her ku civak rastî zordarî û neheqiyê hatiye, li dijî wê zordariyê berê xwe daye şêweyekî berxwedanê. Dema ku civak hatiye birçîkirin û nanê wê ahtiye desteserkirin, ji bo nanê xwe li ber xwe daye û bi têkoşînê nanê xwe ji destê zordaran standiye, her wiha dema ku azadiya wî hatiye destgîrkirin, yan jî mafên wî yên jiyanê hatine destgîrkirin, ji bo azadiya xwe û ji bo parastina jiyana xwe berê xwe daye berxwedanê û gelek şêwe û awayên berxwedanê afirandine.

Di mijara ragihandinê de jê rewş wiha ye. Îro deng û zimanê civakan hatiye destgîrkirin û biryar û vîna civakê jê hatiye standin, ango mirovahiya hejar û blindest bê ziman û deng û helwest hatiye hişitin, lewma bê guman dê civak li hember vê rewşê gelek şêweyên berxwedanê biafirîne da bibe xwedî ragihandina xwe ya civakî.

Li Sûriyê desthilata çaremîn di destê desthilatê de bû

Li welatê me Sûriyê, ji ber ku welat ji aliyê rêveberiyeke navendî hişk, di bin siya yek partiyê de dihate birêvebirin, ragihandin jî, ku desthilata çaremîn e, bi temamî di destê rejîma desthilatdar de bû, lewma çanda ragihandina ku ya civakê ye û dengê civakê ye li welêt pêş neket, her wiha saziya medyayê bi giştî nebû alava şênkirin û geşkirina nirxên demokrasiyê û hevgihîn û diyalogê. Di vê rewşê de civak ji pirsgirêkên sereke yên welêt hate dûrxistin. Pirsên netewan, etnîk û cudahiyên nîjadî û çandî û olî li welêt bi rêya tagihandinê ne ketin rojeva civakê û nehatin gotûbêj kirin, lewma ew pirsgirêk her wekî volkanekê di laşê çivaka Sûriyê de dikelî û her kêlî diviyabû biteqe, ji xwe dawiyê teqiya û ta niha jî agirê wê her ku diçe belav û gur dibe û di serî de civaka hejar dide ber xwe.

Kambaxiya mezin piştî sala 2011`an pêk hat, çaxê ku li Sûriyê li şûna şoreşê şerê navxweyî destpê kir, di pêvajoya vî şerê kambax de civak ne tenê bi çek û bombe û agirê her du aliyan şewitî her wiha bi ragihandina her du aliyan jî şweitî. Ragihandin di destê aliyên şer de weke alaveke tundî û rewakirina tudniyê û kuştinê hate bikar anîn, rastiya bûyeran tê veşartin û nixumandin, di nava civakê de dijberî, nakokî û hestên şer  gur û geş dike. Civaka ku dişewite jî bê ziman û deng hatiye hiştin.

Li rojava ragihandin dengê civaka rêya sêyemîn

Di pêvajoya şerê Sûriyê de Kurdên li Rojava beramberî bijarteyên aloz bûn, li aliyekî ew ne ji aliyê rejîmê, ne jî ji aliyê hêzên dijber ve weke beşek gelê Sûriyê yê xwedî nasnameya cuda nayên dîtin. Her du alî bêyê ku nasnameya Kurdan bipejirînin û bibînin û nas bikin, dixwestin wan wekî ardûyê şerê desthilatdaryê bikar bînin. Li hember vê rewşê Kurdan û gelên din ên herêmê ji xwe rêya sêyemîn hilbijartin. Ji bo ev bijarte bibe ya civakê pêwîstî bi ragihandina civakê hebû, li ser vê pêdiviyê li rojava tevgereke ragihandinê bi giranî û bi gavên biçûk destpê kir. Bê guman wekî tevgera giştî ya gelê Kurd, tevgera ragihandinê jî beramberî gelek zehmetî û dijberiyan rû bi rû mabû.

Ragihandina rêya sêyemîn hewl da ku li hundur bibe dengê gelê Kurd û gelên din ên herêmê ku beşekî ji gelên Sûriyê ne, xwedî piroje û helwestin û dengekî cuda û bihêz in. di vê derbarê de bi navê civakê atmosfêreke jiyana hevbeş ya nîjad û netew û çandên cihê reng da avakirin, ta radeyekê pirsên girîng yên civakê anîne rojevê û gotûbêj kirin. Her wiha di hêla agadarkirinê û nûçedayinê de jî hewl da ku dengê civaka vê herêmê bilind bike. Lewma civaka herêmê di bin sîwan û desthilata ragihandina aliyên dijber û dijminên derve de nema, gelên herêmê jî xwe dîtin ku xwedî deng in û dikarin proje û helwestên xwe ragihînin û biparêzin. Her wiha li hember hewldanên reşkirinê jî rastiya xwe ragiahdnin.

Ajansa Nûçeyan a Hawar`ê (ANHA)

Di pêvajoya şerê li Sûriyê û têkoşna gelê Kurd li Rojava, Ajansa Nûçeyan a Hawarê weke yekemîn ajansa Kurd li rojava dest bi xebatên xwe kir.

Li ser malpera xwe ANHA xwe wiha pênase dike: Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1’ê Adara sala 2013’an de ji aliyê çend rojnamevanên kurd ve li Belçîkayê hatiye avakirin. Lê li rex Ewropayê, di serî de li Rojavayê Kurdistanê, li perçeyên din ên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên diqewimin, radigihîne.

Der barê regez û armancên ajansê de jî di rêziknameya ANHA`yê de wiha hatiye nivîsîn:

"Di serdema îroyîn a ku zîhniyeta desthilatdar bi amûrên teknolojiyê yên pêşketî dezenformasyoneke gelekî mezin dide meşandin, qirêjiya agahiyan di afirîne û civakê bêpar dihêle, piralî, pirdengî û pir rengiyê tune dike, her wiha hewl dide ku hemû sazî û dezgehên çapemeniyê jî ji bo vê yekê bikar bîne de, ANHA armanc dike ku agahiyên rast ji çavkaniya bingehîn bigire û ragihîne civakê.

Di vê çarçoveyê de ANHA hedef dike ku li hemberî desthilatdariyê di qada ragihandinê de tevlî têkoşîna jinû ve avakirina civaka exlaqî û polîtîk bibe. ANHA baweriya xwe pê tîne ku yek ji riyên bingehîn ên jiyanîbûna pîvan û rêgezên jiyanê û sekna kesayeta civaka exlaqî û polîtîk ku hemû reng, deng û bawerî cihê xwe tê de digirin jî têkoşîna di warê çapemeniyê de ye. Amûrên çapemeniyê êdî wekî hêza yekemîn ku dikarin desthilatdariyan hilweşînin û ava bikin, her wiha di heman demê xwe bigihînin bi milyonan kesan, lewre jî ANHA di wê baweriyê de ye ku çapemenî ji bo avakirina civaka demokratîk hêmanek bingehîn e. Di vê çarçoveyê de hedef dike ku di serî de gelê kurd, ji bo danasîn û pêşketina nasname, ziman, çand û dîrok gelên bindest, yên têne înkarinkirin û bi komkujiyên fizikî û çandî re rû bi rû dimînin di qada çapemeniyê de têbikoşe."

Piştî damezradnidna ANHA`ê ta niha nêzî 7 salan derbas bûn, di nava van salan de, ji bo pêkanîna armancên xwe yên di rêziknameyê de hatine diyar kirin, li herêmên Rojava û bakurê Sûriyê tora xwe ya  nûçegihanan ava kir û li gelek bajar û navçeyan navendên xwe vekirin.

ANHA ji wê çaxê de bi 6 zimanan (Kurdî, Erebî, Tirkî, Ingilîzî, Ispanî û Rûsî) li ser malpera xwe weşanê dike, nûçe, rapor û dosyayên bi wêne û dîmen amade dike.

Ajansa nûçeyan ji bilî şopandina bûyeran û ragihandina wan, erkên din jî hilgirtibû ser xwe. di hêla siyasî de civaka herêmê ji xwe re rêyeke têkoşînê hilbijartibûn, ji aliyê gelek derdoran ve ev rêbaz dihate reşkirin, carna weke ku Kurd li dijî şoreşa Sûriyê ne, carna jî weke ku Kurd parçebûna welêt dixwazin dihatin tewanberkirin, lewma ANHA`yê bi rêya nûçe û rapor û disya û şîrove û lêkolîn û analîzan hewl da ku bibe dengê vê civakê û rêya siyasî ya ku hilbijartiye ji cîhanê re ragihîne.

Di hêla rêveberiyê de jî civaka herêmê hewl da ku xwe birêve bibe, rêveberiya xwe ragihandin û di hêlên civakî, aborî, xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê de sazî ava kirin, ANHA`ê jî di vê pêvajoyê de kar û barên rêveberiyê şopandin, cihên ku kurt û kêmasî hene rexne kirin û ronî kirin û ji bo rêveberî pêşbikeve bi rêya ragihandinê piştgirî kir.

Li kêleka berxwedanê di nava berxwedanê de bû

Aliyekî pir girîng jî ew bû ku şoreşa gelê rojava û bakurê Sûriyê di pêvajoyeke berxwedana çekdarî ya bi rumet derbas bû û hîna jî dewam dike.

Ji destpêka şoreşê ve, herêmên Rojava rastî êrîşa komên çekdar yên girêdayî hin hêzên derve hatin, civaka herêmê li hember van êrîşan ji destpêkê ve hêzên xwe yên çekdarî ava kirin û li seranerî herêmê bê navber berxwedaneke parastinê ya dem dirêj destpêkir.

Hêzên ku êrîş dikirin bi piştgiriya hêzên derve yên mîna Tirkiyê dihatin herêmê, her wiha ji aliyê ragihandina dewleta Tirkiyê û ragihandina opozisyonê û ya rejîmê jî hewl didan ku hewldanên xwe yên dagirkeriyê rewa bikin. Lewma ANHA`ê jî di رê pêvajoyê de li kêleka berxwedana civakê di nava berxwedanê de bû û hewl da ku nûneriya aliyên berxwedanê bike. Hêzên dagirker û êrîşkar di demên şer de berê ragihandina xwe didan civakê û dixwestin ku vîna wan têk bibin û her wiha agahî û nûçeyên berovajî derbarê şer û pevçûnan de biweşînin. Li hember van hewldanan ANHA`ê di hemû pêvajoyên berxwedanê de li eniyên pêşî yên şer, li nava gel, li eniyên paşîn û her deverê nûçegihanên xwe belav kirin û agahiyên rastîn ji çavkaniyên wê ji bo civakê radigihandin.

Ji berxwedana Serêkaniyê ya yekemîn, ta berxwedanên, Kobanê, Efrîn, herêmên Cizîrê, êrîşa DAIŞ`ê li dijî Kobanê û berxwedana Kobanê ya dîrokî, têkoşîna demdirêj ya li dijî DAIŞ`ê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, berxwedana Efrînê û herî dawiyê berxwedna Serêkaniyê, di van pêvjoyan hemûyan de ANHA li eniyên pêş bû û her dem her roj nûçe û agahî radigihandin.

Li hember artêşa ragihandinê ya dewleta Tirkiyê, ANHA`ê û hemû saziyên din yên ragihandinê di nava berxwedan û têkoşîneke giran de bûne dengê civaka bindest. Hêzên dagirker êdî nikarîn bi hêsanî komkujiyan li dijî gel pêk bînin bêyî ku kes bibihîze, dîmen û wêne û agahiyên komkujî û binpêkirinê dagirkeriya Tirkiyê her tim ji hêla ANHA`yê ve hatin belavkirin û weşandin.

Di berxwedana azadiyê 4 nûçegihanên ANHA`yê şehîd bûn

Roja 12`ê cotmeha sala 2017`an, gelek welatiyên sivîl yên gundewarên Dêrazorê hewl didan ku xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û xwe bigihînin herêmên ewle. Wekî her car nûçegihanên ANHA`yê her li cihê bûyerê bûn, sê nûçegihanên ANHA`yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş ji bo ku bûyerê bişopînin berê xwe wê herêmê, di demê êvarê de çeteyan êrîşeke bombeyî pêk anîn û tirmbêleke bombekirî di nava sivîlan de teqandin, di encamê de nêzî 9 sivîlan jiyana xwe jidest dan, her wiha nûçegihana ANHA`yê Dilîşdn Îbiş jî şehîd bû, nûçegihan Hogir û Rizgar jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê, piştî sê rojan nûçegihan Hogir Mihemed û piştî zêdeyî du mehan hûçegihan Rizgar Adanmiş ji ber birînên xwe şehîd bûn.

Di pêvajoya berxwedana Serêkaniyê jî nûçegihanên ANHA`yê lê kêleka berxwedanê her li eniyên pêş bûn. Roja 13`ê cotmeha sala 2019`an karewanekî welatiyên sivîl berê xwe dan bajarê Serêkaniyê da ku piştgiriya berxwedana gelê bajêr bikin, dema ku karwan gihişt bajêr ji aliyên artêşa Tirk û çeteyan ve hate bombebarankirin, di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan yek ji wan jî nûçegihanê ANHA`yê Seed Mihemed bû.

Her wiha di pêvjoya berxwedanê de gelek caran nûçegihanên ajansê ku li cihê bûyerê bûn ji aliyê artêşa Tirkiyê yan komên çeteyan ve hatin gulebarankirin û birîndar bûn.

ÇAVKANÎ: HEJMARA 5`AN A KOVARA ŞERMOLE