Jinên pêkhateya Ereb: Em ê beramberî bûyera şewata li Îmraliyê bê deng nemînin

Bi armanca naskirina rewşa tenduristiya rêber Ocalan jinên pêkhateya Ereb ên kantona Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir û diyar kir ku ew ê beramberî bûyera şewata li Îmraliyê bê deng nemînin.

Jinên pêkhateya Ereb: Em ê beramberî bûyera şewata li Îmraliyê bê deng nemînin
1 adar, 2020   11:16
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

27’ê Sibatê dewleta Tirk şewat li girava Îmraliyê ya ku rêber Abdullah Ocalan 21 sal e lê dîlgirtî ye, derxist. Jinên pêkhateya Ereb ên kantona Şehbayê bûyera şewatê şermezar kir û îsbata berdewama çalakiyên eşkerekirina rewşa Ocalan kir.

Welatiya bi navê Emanî Abdullah wiha  got: "Em kiryarên dewleta Tirk ên beramberî rêber Ocalan şermezar dikin û piştî şewata li girava Îmraliyê daxwaza diyarkirina rewşa Rêbertî dikin."

Emanî piştrast kir ku ew wek pêkhateya Ereb dê heta rizgariya rêber Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û bê deng nemînin. Emanî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bihêlin parêzer serdana rêber Ocalan bikin.

Welatiya bi navê Hêvîn Elo jî anî ziman ku bi zanebûn agir bi girava Îmraliyê xistine û armanca dewleta Tirk ew e ku helwesta gel û asta hevgirêdana wan bi xwişk û birayên wan ên Kurd re nas bike.

Hêvîn wiha li axaftina xwê zêde kir: “Em ê heta derxistina rêber Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê, hevgirtî bin.”

Her wiha welatiya bi navê Rîfah Elûş jî wiha got: "Ji bo rêber Ocalan em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."

(eh)

ANHA