Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di nav amadekariyên kongreya giştî ya duyemîn de ku tê payîn di demek nêz de lidar keve,  yekemîn kongreya xwe li navçeya Şedadê bi armanca hilbijratina serokatiya meclisa navçeyê lidar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa partiyê ya Şedadê hilbijrat
29 sibat, 2020   16:18
HESEKÊ

Bi dirûşmeya Sûriyeya demokratîk ne navendî, rûniştandina Rêberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kongreya xwe ya yekemîn li navçeya Şedadê li kantona Hesekê lidar xist.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Samir Xebro axivî û got Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo ku hêviyên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyeyek nû de pêk bîne li gel azarên ku dijîn di 2018`an de ava bû.

Serokê Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Cizîrê Dr. Salih El-Zawba axivî û xebatên partiyê ji 2018`an ve û hewldanên wê ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê di wekhevî û edaletê de vegotin.

El-Zawba  teqez kir ku kongre wê bibe bingeha kongreya giştî ya duyemîn a ku tê payîn li Reqayê lidar keve.

Kongre bi hilbijartina endam û serokatiya birêxistinkirina partiyê li navçeya Şedadê bidawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PItmpVPbGwM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>