Meclisa Edaletê ya Minbicê ji bo rewşa Ocalan bang kir

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê ji bo agahiyek ji Rêber Abdullah Ocalan bê girtin, daxuyaniyek da, bang li desthilatên Tirkiyê kir ku destûr bidin parêzeran ji bo ku hevdîtinê bi muwekilê xwe re bikin.

Meclisa Edaletê ya Minbicê ji bo rewşa Ocalan bang kir
29 sibat, 2020   15:14
MINBIC

Bi dehan endamên Meclisa Edaleta Civakê ya Minbicê  têkildarî şewata li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye û ji agahiyekî li ser rewşa Ocalan bê girtin li ber avahiya Meclisa Edaletê kom bû û daxuayniyek ji raya giştî re parve kir.

Endamê Yekitiya Parêzeran Ehmed Hecî Mehmûd daxuyanî û got:

‘‘Di 27-2-2020`an de di mercên ne diyar de li girava Îmraliyê cihê têkoşer Abdullah Ocalan û 5 hevalên wî yên têkoşer dê te girtî ne şewatek bi zanabûn rû da. Hikumeta Tirkiyê ji 2011`an ve hevdîtinên parêzer û malbatê li wan dîlgirtiyan qedexe dike. Dewleta Tirk ji fikrê têkoşer Abdullah Ocalan ditirse bi taybet projeya neteweya demokratîk a ku tevahiya gelên Rojhilata Navîn hêvî dikin pêk bînin. Lewr a ne tenê tecrîd lê ferz dike lê belê bi rêya derxistina şewatek bizanabûn hewl dide zextê li vîna têkoşîna azad bike.

Berê carekê hewl da Rêber Ocalan bi jehrê bikuje. Her wiha bi awayekî yekser ji hêla aliyên ne diyar ve gef lê hatin xwarin. Ev hemû tenê ji  bo ku vî fikrê tune bikin, ji ber ku li ser dewleta Tirk xeter e. Lê dîsa jî ew nikarin dengê fikrê rast bisekinin, mîna Rêber Ocalan gotiye: ji aliyê bedenî ve ez girtî me lê fikrê min azad e.`

Meclisa Edaleta Civakî û Meclisa Jin a Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran a Minbicê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku ji bo ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku rewşa Rêber Ocalan û hevalên wî eşkere bike.‘‘

Di daxuyaniyê de meclisê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku li gorî hevpeymana navneteweyî ya girêdayî mafên sivîl û siyasî ya 1976`an madeya 3 rola xwe bînin cih û banga azadiya têkoşer Abdullah Ocalan bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku hevpeymana têkoşîna li dijî îşkenceyê ya bi hejmar 39/46 a sala 1984`an pêk bîne. Ji bêdengiya xwe li hember sûca dîlgirtinê li dijî Rêber Ocalan derkeve û berpirsyariyên xwe li gorî rêgezên qanûn û edaleta navneteweyî bînin cih.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I93APmhvEss" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>