Washington û Talîban piştî 18 sal ji cengê amedekariya li hevkirinekê dikin

DYA`yê û Tevgera Talîban îro amadekariyan dikin ku lihevkirinekeke aştiyê li Qeterê îmze bikin û şerê dirêj di navbera her du aliyan bi dawî bikin.

Washington û Talîban piştî 18 sal ji cengê amedekariya li hevkirinekê dikin
29 sibat, 2020   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Meke Pompeo lihevkirina bi naveroka vekişandina bi hezaran leşkerên Amerîkayê ji Afganistanê bi pêşkêşkirina garantiyên ewlehî ji aliyê Amerîkayê re, pêk bîne.

Piştî agirbesta ku nêzî hefteyekê bi Talîban re berdewam kiriye, her du alî bi hêvî ne ku lihevkirinekê piştî 18 sal ji şer îmze bikin.   

Trump duh daxuyand ku di nêztirîn dem û li gorî perspektîvên wê dê Wezîrê Karên Derve Meke Pompeo bibe şahidê îmzekirina peymanekê bi nûnerên Taliban re.

Li gorî naveroka lihevkirinê divê Taliban dan û standinên bi hikumeta Afganistanê re qebûl bike. Her wiha ev mijare rayedarên hikumetê red kiribûn û bi komek ji lîstokên Amerîkayê nav kir.

Trump diyar kir ku agirbesta heftiyekê dirêj kir ku hişt ev lihevkirin çêbibe bi awayekî berfireh ma û tu kesî ji bilî bûyerên biçûk ew binpê nekir.

Dê wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esber îro li Kabûl be ku ragihandina hevbeş bi hikumeta Afganistanê re îmze bike.  

(ekib)