'Ji tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan dewleta Tirk berpirsyar e'

Navenda Lêkolînan Û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê, diyar kir ku dewleta Tirk ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan berpirsyar e û bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî û Komîteya Pêşîgiritna Êşkenceyê ya Ewropayê CPT kir ku li hemberî êşkenceya fikrî, derûnî û laş ya li dijî rêber Ocalan, bi berpirsyariyên xwe rabin.

'Ji tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan dewleta Tirk berpirsyar e'
29 sibat, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê li ser şewata li girava Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

Ji bo mirovahiyê bi giştî û jinan bi taybet, rêber Abdullah Ocalan fedekariyên mezin dan. Di şert û mercên herî zehmet de piştgiriya tevgera rizgariya jinan kir û li pişt jina kurd kir da ku bigihîne astên zanabûnê û mafên xwe bi dest bixe. Her wiha ji bo pêkanîna edalet û hekheviya her du zayendan, kar kir û banga jiyana hevbeş a di navbera hemû netewe, ol û mezheban de bi rêya fikr û felsefeya netewa demokratîk kir.

Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî di 15`ê Sibata 1999`an de dîl hat girtin û şandin girava Îmraliyê da ku dûrî malbat, heval û parêzerên wî bixin û ji sala 2011`an de tecrîdeke giran ku binpêkirineke eşkere ya pîvanên mafên mirovan e, li ser Ocalan hatiye ferzkirin.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku şewat li daristanên girava Îmraliyê derketiye, ku rêber Abdullah Ocalan tê giritn û tîmên rizgariyê ji ber rewşa hewayê ya xirab negihîştine giravê. Vê yekê metirsiyên me li ser ewlehî û tenduristiya Ocalan zêdetir kir. Dihat payîn ku rewşa Ocalan eşkere kiribana û destûra hevdtînê bidana malbatê û parêzeran. Lê belê dewleta Tirk û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê bi berpirsyariyên xwe ranebûn. Kiryarên dewleta Tirk ên der heqê Ocalan, binpêkirineke eşkere ya pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî û pîvanên navdewletî yên taybet bi mafên girtiyan, bi taybetî jî pîvanên der barê giritnê de yên îşaretê bi van xalan dikin:

Mafê girtiyan ê peywendiya bi cîhana derve re (malbat, heva û parêzerên wan)

Girtî di girtîgehên nêzî malên wan de tên girtin

Her wiha rêgezên dunyayê tevahî îşaretê bi van xalan dikin:

Di girtîgehan de atmosfêreke ewle ji bo kesên lê dimînin, peyda dibe

Divê metirsiyên kesê girtî li ser tenduristiya wî çênebin

Mafên mirovan ên li cîhanê tên naskirin jî wiha didin zanîn:

Hemû kesên ji azadiya xwe mehrûm in, di her wextî de bi awayekî mirovî dan û standin bi wan tê kirin. Rûmeta wan tê parastin û êşkence li wan nabe. Her wiha rastî dan û standinên xirab, cezayên giran û nemirovî nayên û ev yek li ser hemû girtiyan pêk tê.

 

Li ser vê yekê dewleta Tirk ji tenduristî û ewlehiya rêber Ocalan berpirsyar e. Em bang li hemû rêxisitnên hiqûqî yên navdewletî û bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê CPT dikin ku bi berpirsyariyên xwe li hemberî êşkenceya fikrî, derûrî û laş li dijî rêber Ocalan, rabe. Her wiha em bang li CPT û rêxistinên din ên girêdayî wê dikin ku zextê li delweta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan eşekere bike û destûra hevdîtinê bide malbatê û parêzerên wî.

(cx)

ANHA