Rejîm amadekariyên pêşdeçûyîna li bejahiya Hemayê dike

Rejîm li bejahiya rojhilatê Hemayê amadekariyên pêşdeçûyînê dike û balafirên rejîmê û Rûsya bejahiya Idlib û Hemayê bombebaran dikin.

Rejîm amadekariyên pêşdeçûyîna li bejahiya Hemayê dike
29 sibat, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku balafirên rejîmê yên şer êrişî bajarê Seraqibê yê rojhilatê Idlibê kirin.

Di saetên derengiya şevê de û vê sibê balafirên Rûsya êrişî parêzgeha Idlibê û gelek herêmên li Seraqibê û Seremîn ên bejahiya rojhilatê Idlibê kirin.  

Bi pêkanîna van êrişan re hêzên rejîmê deverên li Seraqib, Seremîn, derdora Biniş, Mestûmê, Qimyanîs, Dadayîx, Zikar, Mere Uliya, Kefer Betîx û Meret Nûsan ên bajehiya Idlibê topbaran kirin. Li gel vê yekê rejîmê hewldana serwerkirina parêzegeha Hemayê dike û li eniyên Sehil Xab ê bejahiya rojavayê-bakurê Hemayê di navbera çeteyan û hêzên rejmê şer berdewam e.

Ji aliyekî din ve jî, Navenda Çavdêriya Mafên Sûriyê ragihand ku piştî hêzên Tirkiyê bi balafiran hêzên rejîmê û çekdarên ser bi rejîmê ve li bejahiyên Helebê û Idlibê kirin armanc, li derdora bajarokê Zirbê yê bejahiya başûrê Helebê 4 leşkerên rejîma Sûriyê û 2 fermandarên Hizbullaha El-Lubnanî hatin kuştin.

Piraniya endamên Meclisa Ewlehiyê duh di civîna awarte de banga agirbestê kirin.

Roja pênşemê balafirên rejîmê li bakur-rojavayê Sûriyê herî kêm 33 leşkerên dewleta Tirk kuşt.

(eh)