Bi nêzbûna demê re..Erdogan vedigere hembêza Rûsya û êrişa Ewropayê dike

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro ragihand ku dan û standinên bi dewleta Tirk yên der barê Sûriyê bi lihevkirina kêmkirina nakokiyan bi dawî bûn, her wiha Erdogan vegerî hembêza Rûsya û êrişî Ewropayê kir.

Bi nêzbûna demê re..Erdogan vedigere hembêza Rûsya û êrişa Ewropayê dike
29 sibat, 2020   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got: "Dan û standinên bi dewleta Tirk re yên li Enqereyê der barê Sûriyê de bi lihevkirinên kêmkirina nakokiyan li ser erdê bi dawî bûn."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan jî wiha got: "Welatê wî naxwaze şerekî li Sûriyê pêk bîne û sînorê xwe fireh bike."

Erdogan da zanîn ku ji Pûtîn xwest ku wan bihêle li hember hêzên Sûriyê şer bikin.

Piştî ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan dema heta dawiya vê mehê da rejîma Sûriyê da ku ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bi paş ve bikişin, îro dîsa li herêma ewle ya tenê li ser sînor axivî û anî ziman ew herêmeke ewle ji bo zêdetirî milyoneke koçberên li ser sînorên başûr re dixwazin.

Erdogan acizbûna xwe ji dewletên Ewropayê re der barê nepiştevaniya dewleta Tirk diyar kir û kaxiza koçberan careke dîtir bi kar anî û wiha domand: "Êdî baweriya me bi sozên Ewropayê der heqê pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re tune ye, heke Almanyayê sozên xwe yên madî pêk neanîn dê koçberan jê re bişînin."

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan dem heta dawiya vê mehê da rejîmê ku ji derdora nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bi paş ve vekişin. Li aliyekî din jî Rûsya bi israr e ku hêzên Tirkiyê heta kûrahiya 5 km li ser sînorê Tirkiyê-Sûriyê bimînin.

(fr)